Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin 2017-12-31 09:08:18 AMED – Hunermendên kurd diyar kirin ku, tevî hemû zext û zoriyan, sansur, desteserkirin, girtin û qedexeyan jî sala 2017’an saleke mişt bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye. Her wiha hunermend destnîşan dikin ku dema ku huner bibe cihê hêviyê huner e û ew ê di sala 2018’an de jî hewl bidin ku hunera xwe tevî gel îcra bikin û li ber xwe bidin.  Li herêmê piştî tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyan, gelek sazî û dezgehên çand û hunerê hatin girtin, ên nehatin girtin jî bê erk û fonksiyon hatin hiştin û xebatkarên wan ji kar hatin avêtin. Her wiha li gelek bajaran mîhrîcanên ku ji aliyê şaredariyan ve dihatin lidarxistin hatin betalkirin, gelek peyker û bîrdariyên aîdî kesayetên kurdî hatin rakirin û navên wan ji ser tabelayan hatin rakirin. Lê belê li gel van pêkanînan hemûyan jî hunermendên kurd dev ji kar û barê xwe bernedan û bi avakirina saziyên alternatîf xebatên xwe yên hunerî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Pale Hunerê em û Şanoger Berfîn Emektar, Sînemager Ardîn Dîren û Muzîkjen Kadîr Guneş hatin cem hev û me çêla sala 2017’an kir.    Yek ji lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê, ku ji aliyê şanogerên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin dûrxistin hat avakirin, Berfîn Emektar bi lêv kir ku êrîşên li hemberî saziyên çandê tenê ji qewimînên ku xwe dane der qismek jê ne û got: “Eger tu dest deynî ser çand û zimanê kesekî/ê êdî tiştekî te yê ku tu yê wê pê tarîf bikî namîne. Diyardeya ku nasname jê re tê gotin, bi vî tiştî tê tarîf kirin. Ev ji bo her gelî têbor e. Dema tu dest deynî ser vana, li wir hîçbûyînek dest pê dike, rewşeke neqebûlkirina nasnameyekê derdikeve holê.”    ÊRÎŞEKE ÎDEOLOJÎK E    Emektar, êrîşên wek rûxandina peykerê Ehmedê Xanî ku ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Bazîdî hat kirin hat rûxandin bi bîr xist û got: “Xanî li qonaxeke girîng a wêjeya me ya nivîskî ye. Jêkirina destê Ehmedî Xanî yê pê dinivîse, ji bo kurdan peyameke îdeolojîk û kûr e. Rûxandina peykeran, girtina pirtûkxane û şanoyan êrîşên îdeolojîk û cidî ne.”    Her wiha Emektar destnîşan kir ku îktîdar ev tişt hemû ji holê rakirin, lê belê tu tişt li şûna wan bi cih nekiriye û ev tişt lê zêde kirin: “Dema ez li vê rewşê dinihêrim, dibînim ka di rewşeke çi qas zor de ne. Tu dewleteke hêzdar vê yekê nake. Peykeran xera nake, cenazeyan ji goran dernaxîne. Çimkî ji vana natirse.”    Emektar got ku hema bêje li hemû bajaran qeyûman dest daniye ser cihwarên çand û hunerê yên mezin, lê belê ev cihwar nayên xebitandin û birêvebirin û ne di xizmeta gel de ne. Emektar ev tişt gotin: “Yanî heke li wir şanoya kurdî dewam bikiranan, me yê bigotana; ‘Koma ku şanoyeke polîtîk dilîst hat avêtin.’ Lê dema bi temamî qedexeyek hebe; ev hewldaneke ku gel bi temamî ji holê tê rakirin. Kurd ew gel e ku dîroka têkoşîna wê zaf xurt e û hunermendên vî gelî jî hêza xwe ji vê têkoşînê werdigirin. Bi perwerdehiyên wan mirov nabe hunermend, divê hunermend xwedî helwestekê be. Helwesteke li hemberî xerabiyê. Li cihê ku xerabî lê dest pê kiriye, huner wek helwest û tewrekê derketiye holê. Di dîrokê de wisa ye.”    ‘ASTA BÊTEHAMULIYÊ: QIRKIRINA ÇANDÎ’    Sînemager Ardîn Dîren jî destnîşan kir ku sala 2017’an ji bo gelê kurd saleke pir dijwar, pir xeter, êşbar bû. Dîren bi lêv kir ku di vê salê de li hemberî civaka kurdî û nirxên wê êrîşên cidî pêk hatine û got: “Çand, huner, folklor, wêje, sînem ji bo gelekî tiştên girîng in. Di şanoyê, di sînemayê, di muzîkê, di wêjeya kurdî de pêşketinên baş çê dibin. Dewletê ev yek baş xwend û bêtehamuliyek derket holê. Ev bêtahamulî di dawiyê de bû jenosîd, bû qirkirineke çandî.”   Dîren bi lêv kir ku bi pêşîgirtina ziman û hunerê, fetisandina gelê kurd tê xwestin û jixwe armanca sereke ya van êrîşan jî tunekirina bîr û baweriyê ye. Dîren got: “Yanî armanca wan a yekemîn hiş, hafize, bîr e. Ev ji bo kurdan pir muhîm e. Bîra kurdan her tim ji hêla dagirkeran ve hatiye xitimandin. Ji ber ku bîr hatiye xitimandin her tim hinekî jî bîra xwe, ji çanda xwe, ji dîroka xwe dûr ketiye. 40 sal e têkoşînek heye. Kurd vê yekê, êdî bîra xwe paqij kiriye, xwedî li bîra xwe, hafizeya xwe derdikeve û nîşan dide. Ev yek jî li xweşa dagirkeran, li xweşa kesên serdest naçe. Ji ber vê yekê jî dixwazin bişikînin û tune bikin. Lê êdî em dibînin ku li cihê ku kurd lê niştecih bûne û dijîn, ji ber vê yekê êrîş pêk tên.”    Dîren diyar kir ku heta çend sal berê jî Hikûmeta AKP’ê qala Ehmedê Xanî, Apê Mûsa, Ahmet Kaya dikir, van şexsên ku ji bo gelê kurd girîng in bi lêv dikir û di ser van re xwe dida qebûl kirin û got: “Lê dema em îro lê dinerin wê pirtûka Ehmedê Xanî ya ku duh maçî dikir, lê îro dikare peykerê wî, destê wî yê nivîsê dinivîsîne bişikîne. Ji xeynî vê, mesela li ber Şaredariya Mezin çend peykerên têkildarî dîrokê; yê Gilgamêş, yê Asûrî û Medan jî şikandin. Xwestin navê Cegerxwîn rabikin. Îro em li Kurdistanê dinihêrin hemû park, kolan, kuçe navê 15’ê Tîrmehê li wan kirine. Ev hem ji bo kurdan heqaretek mezin e, hem jî ji bo vê erdnîgariyê şermeke mezin e.”    Muzîkjen Kadîr Guneş jî diyar kir ku di 3 salên dawî de tu qad û kes tune ye ku ji pêvajoya xwe daye der tesîr negirtiye,ji bo ev texrîbat ji holê bên rakirin kar û bareke muhîm dikeve ser milê hunermandan. Guneş got ku ev tiştên diqewimin bi hunerê dikarin bên vegotin.    Guneş balê kişand ser nirxên kurdan ên ku îktîdar êrîşî wan dike û got: “Li hêlekê behsa Xanî dikin, li hêla din peykerê wî dirûxînin. Mirov hay ji vê hene. Ji ber vê nirxên me bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Ew dixwazin Ehmedê Xanî vebêjin. Derdê wan ew e ku nirxên vî gelî ew vebêjin. Ji ber gel hunera xwe îcra dike ditirsin. Tirseke muthîş heye. Êdî êrîş di asta herî jor de ne. Bi çewisandin û zextan dixwazin pêvajoyê bidomînin.”   REFERANSA HUNERMENDAN SALÊN 1990’Î YE    Berfîn Emektar li hemberî girtina sazî û dezgehan, çêla pêvajoya avakirina saziyên alternatîf jî kir û got piştî gortona bi awayekî lez û bez organîzekirina van saziyên alternatîf jî xwe disipêre tecrûbeya salên 1990’î.    Emektar, diyar kir ku şaredarî saziyên gel in û axaftina xwe bi vî awayî domand: “Me li şaredariyên ku saziyên gel in heta kîjan radeyê hunereke alternatîf afirand? Mirov dikare vê yekê rexne bike. Ne tiştekî xelet bû, lê qey me li wir kir perçeyek ji burokrasiyê? An jê me veguherandin cihwarên alternatîf? Me çi qasî pêwendî bi gel re danî? Li wir em tenê lîstikvan bûn, lê li vir em her tiştî dikin. Îro em hem bilêtan difiroşin, hem çayê çê dikin. Berpirsiyariyeke me ya ku em wir biguherînin û veguherînin heye. Ji dêvla ku mirov bibe perçeyeke ji burokrasiyê, pêwendîdanîna bi gel re divê. Em ê ji vê rewşê dersê derxînin.”    ‘WÊ HUNER ÎMPARATORIYA TIRSÊ BIRÛXÎNE’    Ardîn Dîren anî ziman ku ev pêvajo ji bo kurdan ezmûnek e. Ardîn destnîşan kir ku ji bo birêvebirina xebatên li saziyên ku bi kedeke mezin hatin bidestxistin jî divê mirov bi nêzîkatiyeke xwerexnekirinê nêz bibe.    Dîren ku got “Tişta girîng ew e ku em îro çi dikin” ev tişt gotin: “Îro împaratoriyeke tirsê hatiye avakirin. Ev yek bêmoralî bi xwe re aniye. Ji bo ev moral û motîvasyona neyînî xera bibe û berovajî wê erênî bibe, divê huner rol û mîsyona xwe bilîze. Îro em sê kes li vir rûdinên, em her sê kes jî li saziyên cuda dixebitin û ev sazî bi awayekî çalak dixebitin. Li Amedê û li bajarên din jî xebatên bi vî rengî hene. Helbet em nîqaşa vê yekê dikin ku em çi qas bi ser ketine û em ê çawa alternatîfan mezin bikin û bi pêş bixin. Çimkî em têrbar nabînin. Em behsa ruhê salên 1990’î dikin, lê êdî kurd guherîne. Yanî di warê ruhî de ew ruh heye, lê divê rêbaz biguhere.”    Dîren bi bîr xist ku, bi tayînkirina qeyûman re li gelek bajar û navçeyan hemû mîhrîcanên dihatin lidarxistin hatine qedexekirin. Dîren got ku di van mîhrîcanan de tenê berhemek nedihat pêşandan, ji gelek welatan hunermendên kurd dihatin gel hev, lê belê qedexe rê li ber vê yekê jî girtine.    Dîren, destnîşan kir ku Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ku hatin biderengxistin wê dubare bên lidarxistin.    ‘DEMA KU HUNER BIBE CIHÊ HÊVIYÊ HUNER E’    Berfîn Emektar, bi lêv kir ku piştî salake bi sansur, qedexe û girtinan, wê sala nû ji bo wan bibe sala hilberînê û di vî warî de çi bikeve ser milên wan ew ê bikin.    Emektar ku got “Dema ku huner bibe cihê hêviyê huner e” destnîşan kir ku xwezaya hunerê yek ji riyên nasîn û pênasekirina cîhan û mirovan e û got: “Li vir a muhîm bi zimanê gelekî yê tê tunekirin îcrakirina hunerê ye. Her çi qas huner li hêlekê wek amûreke dejenerebûnê bê bikaranîn jî, li hêleke din dibe cihê hêviyê jî. Armanca me ew e ku em bibin hêvî, bibin sedema ku gel derkeve kuçeyan. Dema evqas sazî hatin girtin me dît ka ruhekî çawa li mirovan peyda bû, lê belê me dît bê ka vekirina saizyekê hêviyeke çawa jî peyda kir. Em ê vê yekê di sala 2018’an de jî bidomînin. Em ê hewl bidin ku xwe bigihînin hemû mirovên li vî bajarî. Ji bo vê jî divê em riyekê bibînin. Wê 2018 bibe sala berdewamiya berxwedanê.”    Ardîn Dîren destnîşan kir ku ew ê sala bê jî hunereke alternatîf hilberînin û ji bo vê jî pêngaveke hêzdar divê. Dîren ev tişt gotin: “Theodor Adorno dibêje ‘Huner keleha ku nehatiye fetihkirin e’. Tevî hemû êrîşan jî huner zû bi zû nayê fetihkirin. Riya xelasiya civakê bi hunerê re têkildar e. Huner dikare rê û şopekê nîşan bide, da ku mirov xwe pê îfade bike. Dema em van tiştan dibêjin, em ji dîrokê sûdê werdigirin. Em li wê derê mînakan dibînin. Yanî çi qas bixwazin jî wê nikarbin qada me ya hunerê pûç bikin. Em ê vê heqîqetê bi riya hunerê derxînin holê.”   TENÊ CIHWAR GUHERÎN   Kadîr Guneş jî bi lêv kir ku pêdiviya hunerê bi berpêşkirinê heye û got: “Heke straneke ku te çê kiriye tu tenê ji bo xwe bibêjî, tu yê nizanibî ka bandoreke wê ya çawa heye. Huner dixwaze bê berpêşkirin. Muzîk, şano hemû wisa ne. Dema gel vê yekê destek bike, nexwe têde tiştekî, xwe dibîne. Ev jî nîşan dide ku em tiştên rast dikin. Wê ev rewş berdewam be.” Guneş got ku wan tu carî pêwendiya xwe ya bi gel re qut nekiriye, tenê di warê hunerê de cihwarên wan guheriye, ew bi awayekî hîn baştir xebatên xwe bi rê ve dibin û ev tişt di sala nû de jî berdewam bin. Guneş diyar kir ku bi girtina saziyên wan tenê cihwarê wan guheriye.   MA / Rêdûr Dîjle-Dîcle Muftuoğlu