NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir 2018-01-01 09:28:37 AMED – NÇM’ê wek her sal îsal jî ji bo 2018’an salnameya kurdî ji bo xwîner û şopînerên xwe çap kir. Di salnameyê îsal de jî giranî dane lîstikên zarokan, çîrokên biwêjan, şûnwarên dîrokî, portreyên kesan, berhemên wêjeya devkî û nivîskî û gelek xalên din ên ziman û dîroka kurdan.  Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wek her salê ji bo sala 2018’an jî salnameya kurdî amade kir. NÇM ku wek kevneşopiyê vê çanda salnameyê her sal çap dike, îsal jî bi heman rengî vê kevneşopiyê dewam kir. Salnameya ji 365 rûpelan pêk tê ji rojên dîrokî bigire heta gotinên rojê ji navên kurdî yên ji bo keç û lawikan bigire heta rêziman û wêjeya kurdî cih digire. NÇM’ê 5 hezar salneme da çapkirin û li gelek bajaran belav kir. NÇM ji sala 2000'an ve salnameya kurdî çap dike û li xwîner û şopînerên xwe belav dike.    NÇM’ê di rûpela ewil a salnamayê de li ser armanca çapkirina salnameyê disekine û peyamê dide xwîner û şopînerên xwe. Peyama NÇM’ê wiha ye:   “Vaye dîsa 365 rojên salên derbas bûn û em ê dest bi salek nû bikin. NÇM, êdî weke kevneşopiyekî her sal vê salnemeyê digîhîne ber destê we. Di encama kedek zêde û demek dirêj de me salnameya xwe amade kir û vaye em pêşkêşî we dikin. Salnameya me li gel ku gelek bûyer û qewimînan, çîrok û çîrvanokan û hwd. Di nav xwe de dihewîne. Roj bi roj tê şopandin. Tenê wek nîşe dikare hinek bûyerên girîng ên derbasbûyî pêşkêş bike û kinasî behsa salê bike. Di destpêka salnameyê de gotina çend gotinên der barê salê de jî kevneşopiyek e.    Belê wek kevneşopî em jî dixwazin çend tiştan bêjin. Lê bi rastî jî mirov nizane ku mirov dê çi bibêje û çi nebêje û bi çi awayî bibêje. Lewra rewşa heyî li ber çavan e. Ne bi gotinê lê bi rastî jî rewş têra xwe awarte ye û ew xwe bi xwe vedibêje.    HÊVÎ WATEYA JIYANÊ YE   Di van rojên ku em bi ber bi dawiya salê ve tên de rewşek hin girantir derketiyê holê, ku derfeta bilêvkirina gotinê jî nemaye. Bi dehan û sedan dam û dezgehên çapemeniyê ango navgînên ragihandin û xwederbirandinê hatin girtin û weşanên wan hatin rawestandin. Hîna jî ne diyar e ku dê ev rewş ber bi ku ve biçe, bi dawî bibe yan jî çiqas girantir bibe, li divê em jî bîr nekin ku hêvî wateya jiyanê ye û dê ev rojên giran jî wekî yên berê derbas bibin û rojên xweş û geş teqez dê bên.    GIRANÎ DANE TIŞTÊN BALKÊŞ   Kurdîhez û dildarên çand û hunera kurdî yên hêja û delal! Dê bala we jî bikişîne îsal jî me di salnameya xwe de giranî daye lîstikên zarokan, çîrokên biwêjan, şûnwarên dîrokî û portreyên kesan, berhemên wêjeyiya devkî û nivîskî û her wekî din. Lê ji bo hûn bibînin ka ku me çi di nav rûpelan de bicih kiriye û yan jî nekiriye, divê hûn roj bi roj salnameya me bişopînin û bixwînin.    Bi hêviyek salek xweş, em hêvîdarin ku her rûpelek salnameya me bi rengekî cihê dilê we xweş bike û we şad bike.”