Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin 2018-01-10 09:09:08 WAN -  Mamsoteyê 25 salan Mehmet Şîrîn Bûlgayê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, dudu jê bi kurdî û yek jê jî bi tirkî 3 pirtûk amade kirin. Bûlga dê dahata pirtûkên xwe bexşî "Fona Piştevaniyê" ya li ser navê endamên KESK'ê yên hatine îxrackirin hatiye vekirin bike.  Mehmet Şîrîn Bûlgayê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê De (KHK) a Jimare 675'an ji mamostetiyê hat îxrackirin, dudu jê bi kurdî û yek jê jî bi tirkî 3 pirtûk nivîsandin. Pirtûkên wî yên bi navê "Cêwîtiya Helbestan", "Dayika Du Dil" û "Gerzevêlen Tanikligi/Suleyman'in Tanikligi" ji Weşanên Tevnê derketin.    Bûlga anî ziman ku wî di salên xwe yê lîseyê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û di sala 1996'an de dema wî Sekreteriya Şaxa Egîtîm-Sena Sêrtê dikir di şeveke helbestan de Helbestvan Şukru Erbaş helbesteke wî ya li panoyê daliqandî dîtiye û jê re gotiye "Binivîse, metirse û nesekine". Bûlga got ku ew ji wê rojê heta niha dinivîse.    Bûlga diyar kir ku ji ber wî li Enqereyê xwendiye, bêyî kurdî zanibe mezin bûye û dema ew vegeriyaye bajarê xwe dayika wî jê re gotiye "Tu bi kurdî nizanî, ez jî bi tirkî. Nexwe hînî kurdî bibe" û wî li ser van gotinên diya xwe hînî kurdî bûye. Bûlga bi lêv kir ku wî ji diya xwe re gotiye "ez ê di asteke ku bikaribim binivîsim hînî kurdî bibim". Bûlga diyar kir ku pirtûka wî ya bi navê "Cêwîtiya Helbestan" nîşaneya vê yekê ye.    Nivîskar Bûlga romana xwe ya bi navê "Gerzevêlan Tanikligi/Suleyman'in Tanikligi" jî diyarî Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agorsê Hrant Dînk û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yên hatin kuştin kiriye û di vê romanê de balê dikêşe ser Komkujiyan Ermenan a sala 1915'an û koçberiya Ermenan û şahidiya Suleyman (lehengê romanê) a vê komkujî û koçberiyê. Bûlga got ku wek neviyê kurdên ku şahidiya êşan kirine û wek xwerexnedayîna kurdan ji bo vê komkujiyê wî ev berhem nivîsandiye.    WÊ DAHATA PIRTÛKAN BEXŞÎ FONA KEDKARAN HATINE ÎXRACKIRIN BIKE   Bûlga, destnîşan kir ku ew ê dahata van hersê pirtûkan jî bexşî fona piştevaniyê ya li ser navê kedkarên KESK'î yên hatine îxrackirin hatiye vekirin bike.    MA / Mujdat Can