Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin 2020-10-09 15:37:27   STENBOL – Berhemên bi navê “Nehetiye Dîtin” ên wênesaz Zehra Dogan ji bo hunermezan hat nîşandan.    Berhem ango wêneyên rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan bi navê “Nehatiye Dîtin” di pêşengehê de nîşanî hunerehezan hat kirin. Pêşengehê îro li Mala Wêjeyê ya Kiraathaneyê ya Stenbolê dest pê kir û dê pêşengeh heta mehekê vekirî be.    PÊŞENGEHA BI HEST    Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu pêşengehê birêve dibin. Di pêşengehê de berhemên ku Dogan di girtîgehê de çêkirine û rojnivîskên wê cih digirin. Berhem di odeyên bi navê “Mûsallat”, “Hîza” û “Maraz” hatine nîşandan û hestên cuda xwe di pêşengehê de li mirovan dipêçe.    SERKEFTINA ZEHRAYÊ    Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu yên rêveberiya pêşengehê dikin axivîn û bal kişandin ser serkeftina hunera Dogan û gotin her çiqas Dogan bi fizîkî ne di nava wan de be jî lê bi fikr û ramanên xwe li pêşengehê ye. Her du rêveberan spasiya beşdaran hemû kir.