Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin 2021-04-12 09:02:18   WAN - Deriyê Meher ku berî 2 hezar û 800 salan di serdema Ûrartûyan de li navçeya Tûşbayê hatiye avakirin, ji bêeleqederiyê terkî tunebûnê hatiye kirin.    Deriyê Meher ê dîrokî yê 2 hezar û 800 saliye û ji serdema Ûrartûyan ve li Taxa Akkoprû ya navçeya Tûşba a Wanê maye, terkî hilweşandinê hatiye kirin. Deriyê dîrokî yê li ser navê Xwedayê Mezin ê Ûrartûyan Haldî hatiye avakirin, her sala yek ji cihên herî zêde rastî serdanên tûrîstên herêmî û biyanî tê ye. Ligel vê yekê jî, her roja diçe, ev mekan û cihê dîrokî ji nebîreweriyê tê texrîpkirin. Ji bo ku deriyê dîrokî neyê texrîp kirin jî tu tabaleyan hişyariyê nehatine danîn.    WELATIYÊN TAXÊ ŞARÊDARÎ SÛCDAR KIRIN   Li derdora deriyê dîrokê agir hatiye vêxistin û nivîs hatine nivîsandin. Dî heman demê de weke ku ev der ne cihekê dîrokî be çop lê hatiye rijandin. Welatiyê bi navê A.A. yê ku li taxê dijî û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, wiha bertek nîşanî rewşê da: “Ciwanên taxê û ciwanên ji derve de tên, mixabin li vê derê agir pê dixin û alkol vedixwin. Ev qad hinek çiyayiye. Ji ber vê derdikevin ser zinaran û vê derê dem derbas dikin. Berpirsiyarê van hemûyan, Miduriyeta Çandê û Şaredariya Tûşba ya dibin rêveberiya AKP’ê de ye. Ligel ku turist vî cihê dîrokî ziyaret dikin jî, bi tu awayî lêmêzekirin tuneye. Dîsa tu lewheyekê vê derê bê parastin û welatî di vî warî bên hişyarkirin teneye.”    A.A., diyar kir ku bi taybetî tûrîstên ji derveyî welat tên vê derê, girîngiyek mezin didin deriyê dîrokî û wiha got: “Ger ev cih û mekên dîrokî li cihek din bûye, bawer bikin wê pir baş bihatiba parastin û bibûya nîşaneya welatiyan. Mixabin me ne girîngiyê didin dîrokê û ne jî wateya wê ya bi nirx dizanînin.”