Mamosteyê Laz: Perwerdehiya zimanê dayikê maf e 2021-04-15 09:39:18 GÎRESÛN - Serokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Gîresûnê Ergun Onal, diyar kir ku bersiva Wezîrê Perwerdehiya Netewî Ziya Selçûk a “Zimanên derveyî tirkî li saziyên perwerdehiyê weke zimanê dayikê nikare were hîn kirin” ji zanîstê dûr e û destnîşan kir ku perwerdehiya zimanê dayikê maf e.    Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li cîhanê nêzî 6 hezar ziman tên axaftin û ji van zimanan nêzî 2 hezar û 500’an di bin xetereya tunebûnê de ne. Li Tirkiyeya ku 36 ziman lê tên axaftin jî 18 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne. Pispor li dijî vê xetereyê banga “perwerdehiya bi zimanê dayikê” dikin, lê kesên welat bi rê ve dibin hêj jî di pergala perwerdehiyê ya yek zimanî de israr dikin. Herî dawî Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Sidik Taş, derbarê mijarê de peşniyazpirsek pêşkeşî Wezîrê Perwerdehiya Netewî Ziya Selçûk kiribû. Selçûk jî bersiva “Zimanên derveyî tirkî li saziyên perwerdehî û hîndekariyê weke zimanê dayikê nikare were hîn kirin” da.    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yê Gîresûnê Ergun Onal, bersiva Wezîr Selçûk ya têkildarî mijar û pirsgirêkên zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdehiyê nebînin dikişînin, nirxand.    MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ   Onal, diyar kir ku bingeha perwerdehiya zanistî, bi perwerdehiya bi zimanê dayikê pêk tê û destnîşan kir ku ev rastiyeke zanîstî ye. Onal, anî ziman ku divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê şert û merc bê dayîn û wiha axivî: “Li vî welatî mafê bingehîne ku her fikir û her gel bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne. Ev nayê niqaşkirin, pêşkeşî referanduman jî nayê kirin. Ev mafekî weke xwarin û vehewînê ye. Dibe zêdetir bedel bên dayîn lê ev maf dê were bi dest xistin.”   GOTINA WEZÎR YA ‘NAYÊ XWENDIN’   Onal, da zanîn ku dayîna vî mafî wê alikariya ku gel bi hev re bijîn jî bike û wiha got: “Di vê wateyê de gotina Wezîr Selçûk tişteke zanîst nîne. Ji ber berjewendiyên xwe ew gotin gotiye. Zanîstî û rastî, fikrên ku di bingeha siyasî de rastiya wan nînin şandine sergoyê dîrokê. Li vî welatî wê gel bi hev re stranan bibêjin û perwerdehiyê bigirin. Dibe ku rojekê ev gotinên Wezîrê Perwerdehiyê sûc bên hesibandin.”   ZEXTÊN LI SER LAZKÎ   Onal, diyar kir ku ew bi xwe jî, lazekî Rîzeyî ye û zextên li ser zimanê xwe wiha vegotin: “Di dema me ya dibistana seretayî de ‘koma astengkirina axaftina lazkî’ hebû. Dema dihat tespîtkirin ku em bi lazkî diaxivin, mamosteyên me li dibistanê tundî li me dikir û digot ‘Ğomaneri muya Lazca isinapi (Duh çima bi lazkî axivî)’ Ev mamosteyê me yê ev gotin digotin bi xwe jî laz bû û ev gotinên wî jî lazkî bûn. Ev qirkirina çandî û tune hesibandin tenê li ser kurdan nîne.”     Onal, bi lêv kir ku ji ber kêmasiya perwerdehiya bi zimanê dayikê di nava du çandan de mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ferzkirina yekperestiyê berpirsyarê travmaya ku em dijîn û saziyeke demokratîk pêk neanînê ye. Sedemê herî mezin ê serneketina perwerdehiyê jî yekperestî ye. Heke hûn zimanê yekê qedexe bikin hûn azadiya wî qedexe dikin.”   MA / Tolga Guney