Şaredariya AKP'î xana dîrokî bi betonê restore kiriye 2021-04-16 09:08:53 MÛŞ - Şaredariya Mûşê ya AKP'î Xana Yildizliyê ya xwedî dîrokeke 700 salî, bi betonê restore kiribû. Cihên hatine restorekirin hildiweşin.  Şaredariya Mûşê ya AKP'î, di sala 2016'an de biryar girtibû ku Xana Yildizliyê ya dîrokî bê restorekirin. Piştî ku kar û barên îstimlaqkirinê bi dawî bûbûn, proje hatibû amadekirin û berpêşî Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Wanê hatibû kirin. Midûriyetê jî proje qebûl kiribû û şaredariyê ji bo hîbeyê wergire serî li Projeya Anatolyaya Rojhilatê (DAP) kiribû û DAP'ê hîbeyeke ji sedî 50 dabû. Piştî vê jî îhale hatibû destpêkirin. Fiyetê îhaleyê 900 hezar TL bû. Bi vî awayî 16 dikanên li xana dîrokî û derveyî xanê û qata wê ya jorê hatibûn restorekirin.    Lê belê derveyî xanê û serê wê bi betonê hatibûn restorekirin. Ev yek zirar dabû hêla wê ya dîrokî. Ji xeynî vê dîwarên hewşa xanê û dîwarên dikanên wê jî bi heman awayî hatibûn restorekirin. Dikanên ku hê jî nayên bikaranîn û hatin restorekirin, niha hêdî hêdî deverên wan ên hatine restorekirin hildiweşin.    XANA YILDIZLIYÊ    Xana Yildizliyê, cihwareke dîrokî ya girîng e. Di sala 1307'an de ji aliyê Mîralaya Seyfî Begê bi keviran û li gor mîmariya Selçûkiyan hatiye çêkirin. Tê gotin berê wekî ticaretxaneyekê û otêlê hatiye bikaranîn.    MA / Dîndar Karataş