Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin 2021-04-17 09:01:24   WAN - Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn ji bo kampanyaya derbarê zimanê kurdî de bang kir û got: "Ji bo kurdî bijî divê em piştgiriya kampanyayê bikin."    Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 22'yê Sibatê de kampanyayeke îmzeyê dabû destpêkirin. Kampanya dê heya 15'ê Gulanê bidome. Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn jî ji bo kampanyayê bang kir.    Keskîn, diyar kir ku kampanyaya hatiye destpêkirin pêdiviyek bû û divê bê xurtkirin. Keskîn, destnîşan kir ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî hene û got: "Em bi zimanekî din jî hene, lê em ne xwe ne." Keskîn xwest kurdî bibe zimanê fermî û got: "Em bi kilam û çîrokên dê û bavên xwe mezin bûn. Me bi vî awayî ruhê xwe têr kir. Em dixwazin ji niha û pê ve jî wisa bibe. Em dixwazin jiyana me bi zimanê me be. Di fermiyetê de, di çapemenî û wêjeyê de, di hemû qadên jiyanê de axaftina bi zimanê zikmakî mafê me ye."    BANGAWAZΠ   Keskîn, bibîr xist ku hin zaravayên kurdî bi tunebûnê re rû bi rû mane û bal kişand ser zext û zoriyên li ser ziman. Keskîn, bal kişand ser bandorên asîmlasiyonê jî û got: "Niha di nav civakê de kî berhemeke wêjeyî bi kurdî dixwîne. Çend kes ji me di rojname, televîzyon, sînemayê de û li bazaran bi zimanê xwe diaxife. Tenê li malê diaxivin. Tu berê xwe didî ku bi tirkî ye. Zarok diçin dibistanê û li her derî bi tirkî diaxifin. Gava rewş wisa be, em ê çawa zimanê xwe têr bikin û xurt bikin. Lewma divê li her derî piştgiriya kampanyayê bê kirin."    PÊŞÎ KURDΠ   Keskîn ku got "Ji bo kampanya bi ser bikeve divê derdorên demokratîk hemû piştgiriya kampanyayê bikin" destnîşan kir ku li gel rexnekirina dewletê, divê ew bi xwe jî ji bo kurdî gavina bavêjin. Keskîn got: "Kêmasiyên me jî hene. Heger em xwe rexne nekin, em ê neheqiyê li dê û bavên xwe bikin. Dê û bavên me çîrok ji me re gotin, lê em wan ji zarokên xwe re nabêjin. Me ew di nava xwe de xistine nava qutiyekê û veşartine. Em bi tirkî bi zarokên xwe re diaxifin. Di jiyanê de pêşî divê her tiştê me bi kurdî be."