Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin 2021-04-20 09:00:50 MÛŞ - Bager Çalişçi ku li deşta bi berfê hatibû nixumandin li piyanoyê xistibû û bi vî awayî hatibû naskirin, anî ziman ku sozên ji bo perwerdehiya wî hatibûn dayîn hatine jibîrkirin û ev yek bandoreke nebaş li perfamansa wî kiriye.  Bager Çalişçiyê 9 salî û çavên wî nabînin, li deşta Mûşê ya bi berfê hatibû nixumandin li piyanoyê xistibû û her kesî piştî vê performansa wî ew nas kiribû û gelek kesan ji bo perwerdehiya wî soz dabûn. Lê belê sozên hatibûn dayîn hatine jibîrkirin.    ÇÎROKA BAGER   Bav Mehmet Çalişçi, anî ziman ku gava Bager du mehî bûye ferq kirine ku nexweşîna glokomê lê peyda bûye û ji ber vê 5 caran emeliyat bûye, lê dîsa jî baş nebûe. Çalişçi, diyar kir ku di temenekî pirbiçûk de bala kurê wî çûye ser muzîkê û got: "Bi muzîkê disekinî. Gava muzîk diqediya digiriya. Rojekê min bernameyeke piyanoyê daxist telefona xwe. Pêşî min xwe bi xwe diceriband. Rojekê Bager ferq kir û pirsî, bê çi dikim. Gava min behsa bernameya piyanoyê kir, kêfa wî hat û xwest biceribîne. Min carekê strana 'Burasi Muştur' lêxist. A din a rojê min dît ku ew tena serê xwe heman stranê diceribîne."    Çalişçi, diyar kir ku çavekî kurê wî ji sedî 40 dibîne û di nav du mehan de alfabeya Braille û latînî hîn bûye û gava bûye 6 salî li bajêr çûye navendeke taybet a muzîkê û dest bi perwerdehiyê kiriye. Çalişçi, da zanîn ku li vê navnedê mamosteyê wî Caner Keser ku ew bi xwe jî berastenge, kurê wî wekî "guhê bêqisûr" kefş kiriye.    SOZ HATIN JIBÎRKIRIN    Çalişçi, anî ziman ku ji bo kurê wî qabîliyeta xwe pêşve bibe hiştine derbarê wî de nûçe bên çêkirin, lê belê sozên ku li ber çapemeniyê hatibûn dayîn hatine jibîrkirin. Çalişçi, diyar kir ku kurê wî û piyanîstê navdar Fazil Say hatine cem hev du û got: "So dan ku dê alîkariya wî bikin. Lê belê hê jî ji bo Bager tiştek nekirine. Herî dawî gava li deşta Mûşê ya bi berfê hatibû nixumandin li piyanoyê xist û derbarê wî de nûçe hatin çêkirin, Weqfa Sabanciyê pêwendî bi me re danî û xwestin alîkariya Bager bikin. Gotin, dê li Îzmîrê wî perwerde bikin. Piştî vê Bager xiyala çûna Îzmîrê dikir û tim dipirsî. Paşê Weqfa Sabanciyê bêyî hincetekê diyar bike, got dev ji alîkariyê berdane. Bager pir li ber ket. Bi vî awayî Bager xiyalşikestî kirin. Madem hûn ê alîkariyê nekin, nexwe bihêlin bila bi xeyalên xwe yên biçûk re bimîne."    Çalişçi, destnîşan kir ku ji ber soz nehatin cih motîvasyona kurê wî xirab bûye û got: "Bager, xapandin."    XEYALA BAGER    Bager jî anî ziman ku her şev muzîkê guhdar dike û wisa radikeve û xeyala wî ya herî mezin perwerdehiyek baş e. Bager, bal kişand ser sozên hatine jibîrkirin û destnîşan kir ku ev yek bandorek nebaş li performansa wî kiriye. Bager got: "Ji wan bawer nakim. Gotin em ê te bibin Îzmîrê, ji bo perwerdehiyê. Paşê dîtina min dît di odeyeke tipîtarî de me."    MA / Dîndar Karataş