Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike 2021-05-22 09:00:25 WAN - Li Wanê Xemê Şahîn a 65 salî, çêkirina xurc, telîs û amûrên xişrî rê nifşên nû dide. Şahînê di 15 saliya xwe de hînî çêkirina van amûran bûye û ji wê çaxê heya niha ev tişt ji xwe re kirine sinhet.  Li Taxa Xaçort a Wanê, Xemê Şahîn a 65 salî, xurc, telî, amûrên xeml û xişrî çêdike. Şahînê di 15 saliya xwe de li ber destê dêya xwe hînî çêkirina van amûran bûye û ji wê çaxê heya niha ji xwe re kiriye sinhet. Şahîn, li ser nêrdewanên baxçeyê mala xwe rûdinê û zarokan li dora xwe kom dike û van tiştên destkariyê hînî wan dike.    Şahîn, diyar kir ku îro ro kes pir qîmetê nade destkariyê, lê belê heya sax be dê dev ji çêkirin van tiştan bernede. Şahîn ku dergûşa bi textikan çêkiriye bi benikên rengîn dixemilîne, behsa çêkirina benik kir ku berê çawa bi mûyên pez çêdikirin.    Şahîn, bilêv kir ku dergûşa ku niha çêkiriye li gor ên berê hinekî biçûk e, ji lew re niha kes pir dergûşên mezin naxwaze. Şahîn, destnîşan kir ku berê telîs dixistin hundirê dergûşan û zarokên xwe li ser van telîsan mezin kiriye, lê dayikên niha qîma xwe bi dergûşên bi destan tên çêkirin naynin, ên hazir dikirin. Şahîn, diyar kir ku tenê ne xem û xişirên dergûşê, xurcan û telîsan jî çêdike.    HÎNÎ NIFŞÊN NÛ DIKE    Şahîn, sinheta xwe hînî yên derdora xwe jî dike. Şahîn got: "Ez awayê çêkirina wan ji wan re dibêjim. Her kes li gor xwe tiştina çêdike. Paşê em berên xwe didin ber hev, eynî wekî pêşbirkê. Niha ez çêkirina van tiştan hînî bûka xwe dikim. Lê hîn nabe. Dixwazim hînî her kesî bikim, lê naxwazin. Dixwazim berên berê dihatin çêkirin niha jî bên çêkirin. Tiştên berê xweş bûn. Me bi destê xwe her tiştên xwe çêdikir. Me kincên xwe jî bi xwe çêdikirin. Lê niha her tişt ên hazir in."