Pirtûkek ji ‘hundir’: Xeyalbêj 2018-02-05 10:05:31 MÊRDÎN – Pirtûka “Xeyalbêj” a Îlhan Dayan ê 25 sal in girtî ye derket. Dayan ê di pirtûka xwe de kesên di qedexeyên derketina kolanan de ji bîr nekir, diyar kir ku bi helbestan êşa dilê wî kêmtir dibe.  Pirtûka “Xeyalbêj” a Îlhan Dayan ê di sala 1993’an de rastî cezayê muebbetê hat û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, ji weşanxaneya J&J derket. Dayan 45 helbest di pirtûkê de bi cih kirin. Di pirtûkê de helbesta bi navê “Av heval av” li ser bîranînên kesên wextê qedexeya derketina kolanan a Cizîrê di jêrzemînan de hatibûn kuştin hatiye nivîsandin.    SELAMET MENTEŞ, SÊVÊ DEMÎR, SOLÎN…   Di pirtûka zêdetir naveroka wî li ser azadiyê ye de ji bo bîranînên Sêvê Demir a li Silopiyê bi du hevalên xwe yên siyasetmedar hatibû qetilkirin jî hatiye veqetandin. Ji bo pitika Solin a di encama bombebarana TSK'ê de jiyana xwe ji dest dabû û endamê PKK’ê Selamet Menteş ê di sala 1998’an de wextê girtîgehê xwe da ber agir jî helbestek hatiye veqetandin.    ‘WEK DERMANEK EZ LI DILÊ XWE DIDIM’    Dayan ê bi riya nameyekê hestên xwe ragihand diyar kir ku ew ê xebatên xwe yen çandî berdewam bike û wiha got: “Ez ne helbestvan im. Tenê ev helbest êşa dilê min hinektin rehettir dike. Helbestan wek dermanekî li dilê xwe didim.” Dayan, anî ziman ku di sala 1999’an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û sedema nivîsandina xwe wiha got: “Êşek mezin di dilê min de hebû. Ez li pey riyekê bûm. Di sala 1999’an de wextê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan hat girtin ez şaşo paşo bûm. Di girtîgeha Aydinê de dimam. Wextê bîrêz Ocalan rastî cezayê îdamê hat êşeke bêhempa ez dîl girtim. Wê Şevê min dest bi nivîsandinê kir.”    ‘BI KURDÎ MIN DENGÊ DILÊ XWE BIHÎST’    Dayan diyar kir ku wî di sala 2009’an de jî dest bi nivîsandina kurdî kiriye û wiha berdewam kir: “Tirkî nedibû bersiva hestên min. Wextê tirkî dinivîsand sariyek û tevliheviyek di helbestên min de çêdibûn. Lê bi nivîsandina kurdî min dengê dilê xwe bihist.”   ÎLHAN DAYAN KÎ YE?   Di sala 1974’an de li gundê roşat a Dêrika Mêrdînê hat dinê. Ji ber rewşa aboriyê koçî navçeya Serêkaniya Rihayê. Dev ji dibistanê berda û piştgiriya malbata xwe kir. Di sala 1993’an de li Manisayê ji ber hinceta “endamê rêxistinê ye” hat girtin û rastî cezayê muebbetê hat. Dayan di 25 salan de di girtîgehên Amed, Manisa, Buca, Aydin û Elbistanê de jî ma.