Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir 2018-02-05 14:18:30 AMED – Klîba strana “Nêçîra Roviyan” a hunermend Sefqan Orkeş ku li ser berxewdana Efrînê çêkir, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve li tevahiya Tirkiyeyê hat astengkirin.  Li ser êrîşên Êfrînê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gelek hunermendên kurd stran û helbest gotin û nivîsandin. Yek ji van strana ku klîba wê hatiye çêkirin jî strana bi navê “Nêçîra Roviyan” a ji aliyê hunermend Sefqan Orkeş ve hatiye çêkirin e. Hunermend Orkeş, di rojên êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin de vê klîba balê dikişîne ser berxwedana Efrînê amade kir.    Di rojên dawî de di li tevahiya meş û mitîngên li bajarên Bakurê Sûriyeyê (Rojava) û Ewropa ji bo Efrînê tên li darxistin tê guhdarkirin. Klîba bi riya YouTube di 23’ê çile de hat weşandin, heta niha ji aliyê 158 hezar û 700 kesî ve hatiye guhdarkirin. Klîba ku bi eleqeyek mezin ji aliyê welatiyan ve tê guhdarkirin û temaşekirin, li Tirkiyeyê hat qedexekirin.    HIKUMETÊ KLÎB QEDEXE KIR    Li Tirkiyeyê dema welatî dixwazin xwe bigîhînin temaşekirina klîbê ev nivîs derdikeve ser ekranê: “Ev naverok, ji aliyê hikumetê ve bi boneya gilîkirina qanûnî, li derveyî qada vî welatî tê bikaranîn.” Lê ji bilî vê nivîsê ne hatiye diyarkirin ku klîb, ji aliyê kîjan saziyê ve û bi çi hincetê hatiye astengkirin.    Klîba “Nêçîra Roviyan” li ser vê navnîşana “https://www.youtube.com/watch?v=DcX5-m2Uwh0” a YouTube dihat temaşekirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî gelek klîbên hunermendên kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn astenkirin.    Gotinên strana “Nêçîra Roviyan” wiha ye:    “Me zanîbû roviyan berê xwe dan baxê me Dizên şaxê zeytûnan ketin xefika şervanên me   Me zanîbû rovîna berê xwe dan baxê me Dizên şaxê zeytûnan ketin xefik û dahfên me   Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan   Tine tank û topên we li ber vîna dilê me Rovî hatin Efrînê bi xwe ketin dahfên me   Tine tank û topên we li ber vîna dilê me Rovî hatin Efrînê bi xwe ketin xefikên me   Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan   Efrîn gula Rojava wê bimirin tu yê bimîne Kurd tev dikin silavan, tu her bijî Efrînê   Efrîn gula Rojava wê bimirin tu yê bimîne Kurd tev dikin silavan tu her bijî Efrînê   Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan   Bi hezaran keçên te li ser rêya Arînê Weke hîmên latên te diparêzin Efrînê   Bi hezaran kurên te li ser rêça Arînê Weke hîmên latên te diparêzin Efrînê   Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan”