Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike 2018-02-06 09:04:37 ÎZMÎR - Ekolojîst Erol Çirak, bal kişand ser warên dîrokî yên li Efrînê ji aliyê topbarana TSK'ê ve hat wêrankirin û wiha got: "Talana ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê kir îro AKP OSO  li Efrînê dike. Ertugrul Barka jî anî ziman ku di dîrokê de hemû talanker û dagirker bi heman hişmendiyê tev digerin.  Êrîşa TSK û OSO ya li dijî Efrînê ku di 20'ê Çile de dest pê kir di roja 18'an de berdewam dike. Piştî TSK-OSO li dijî Efrînê dest bi topbaran kir, di şevekê de 73 balafiran Efrîn bombe kir. TSK'ê pişt re bi sedan caran bi balafir, tang, hawan û topan axa Efrînê bombebaran kir. Balafirên şer ên TSK'ê di 26'ê Çile de di çarçoveya operasyona li ser Efrînê de perestgeha dîrokî ya Eyn Dara bombebaran kir û gelek berhemên dîrokî perçe kirin. Perestgeha Eyn Dara bi zimanê Îbranî di pirtûka pîroz Încilê de wekî Peperestgeha Yekemîn tê zanîn. Tê zanîn ku Perestgeha Eyn Dara Beriya Mîladê di sala 1300'an de hatiye avakirin. Perestgeha Eyn Dara 3 hezar û 300 salin tevî hemû şerê dijwar heta îro hebûna xwe parast, lê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin rûxandin û wêrankirin. Perestgeh û wargehên antîk ên li gundên Eyn Dara, Keleha Nebî Hurî, Gobelê û Elbîske talan kirin. Berê jî li Afganîstanê El Kaide perestgehên Buda topbaran kir. Li Sûriye DAIŞ'ê DAÎŞ'ê bajarê antîk Palmira wêran kir. Têkildarî talankirin û wêrankirina warên dîrokî ekolojîst Ertugrul Barka û Erol Çirak, diyar kirin ku ev êrîş ji êrîşên DAİŞ'ê ne cudatir e.    ‘ŞER ÇAND Û JIYANÊ TUNE DIKE'    Barka, anî ziman ku êrîşên li dijî Efrînê çand, xweza û jiyanê tune dike û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de ya esasî parastina jiyan û çandê ye. Ya muhîm mirov bi çand û xwezaya xwe jiyanê biparêze û pêş bixe. Lê şer li dijî vê yekê ye. Çand û jiyanê tune dike. Sermayeya Kurewî li dijî hemû gelan şer pêş dixin. Xerakirina ekolojîk, talankirina xwezayê û windakirina çandê dibe sedem ku hişê dirokê tune bike. Ne tene ji bo şerê li Efrînê divê li dijî hemû cîhanê şer bê rawestandin.    HIŞMENDIYA HEMÛ DAGIRKERAN YEK E   Barka, anî ziman ku hedefgirtina warên dîrokî, çandî  tunekirina hişmendiya dîrokî ye û wiha got: “Dema hûn çand û şaristaniyekê tune dikin, hûn di heman demê de hişê dîrokekê jî winda dike. Bi vê rêbaza şer dixwazin civak û çandê dîl bigirin. Di şerê Iraqê de çima berê muze hatin talankirin. Çima muzeyên Ewropa û DYA bi berhemên dirokî yên dagir kirine hatiye tijekirin.    ‘TALANKIRINA DAÎŞ'Ê LI  PALMİRA KIR AKP LI EFRÎNÊ DIKE'    Barka, anî ziman ku talankirina ku DAIŞ'ê li Palmîra kir AKP li Efrînê dike û wiha got: "DYA li Vietnamê bi ser neket. Li Afganistanê El Kaide winda kir. Niha tişta DAİŞ’ê li Palmira kir AKP heman tiştî li Efrinê dike.    HIŞMENDIYA TALANKER HEYE   Ekolojîst Erol Çirak jî anî ziman ku hişmendiya talanker û wêranker li Efrinê xera dike û wiha got: "Tişta DAIŞ’ê li Sûriyeyê kir, AKP û OSO heman tiştî li Efrinê dike. Operasyona bi navê “Şaxa Zeytûnê" êrîşa li dijî nirxên dîrokî û çandî ye. Ev hişmendî bi vî navî ser aştiyê bombe dike. Berî her tiştî xweza talan kirin. Zirarek mezin dan xwezayê. Bombe avêtin darên zeytûnan. Ev zeytûn remsa aştiyê ya hezaran salan e. Ev duyemîn hişmendiya DAIŞ'ê ye. Tişta DAIŞ’ê li Palmira kir îro li Efrinê li dijî perestgeh û mabetên 3 hezar salan tê kirin. Li Amedê warê dîrokî Sûr hat rûxandin. Em bi hişmendiya Sûr rûxand re rû bi rû ne. Ez vê yekê şermezar dikim.    MA / Ruken Demir