Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin 2021-07-18 18:33:08 STENBOL - Hozan Arhat, ji ber ku li Beykozê di dawetekê de bi Kurdî stran gotin, hat binçavkirin.    Hozan Arhat (Raşît Ozçakar) ji ber ku li Beykoza Stenbolê, di dawletekê de bi Kurdî stran gotin, hat binçavkirin. Bûyer duh bi şev pêk hat. Hozan Arhat, bi hinceta ku di dawetê de stranên Sîpan Xelatê û Bêrîtan gotin, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.   Polîsan Hozan Arhat birîn Miduriyeta Polîsan a Beykozê û îfadeya wî girtin. Hozan Arhat, di îfadeya xwe de got, “Strana Bêrîtan bi bandrollü û destûr heye ku bê gotin.”    Hozan Arhat piştî ku îfadeya wî hatin girtin, serbest hat berdan.