Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike 2021-08-07 09:10:13 AMED - Ji Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik ku di xebatên Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Hûner û Xwezayê ya Navneteweyî de digire, diyar kir ku wê sazî û dezgehên navneteweyî jî beşdarî bernameya xwe yên nîqaşên Îlonê bikin û banga tevlîbûna mîhrîcanê li welatiyan kir.  Bi tevlîbûna Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTO) û gelek saziyên sivîl ên civakî, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê li avahiya Navenda Hunerê ya Mordem a li navçeya Peyas a Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê di 3’yê Hezîranê de ragihandibûn ku wê di Nîsana 2022’yan de li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Huner û Xwezayê ya Navneteweyî li dar bixin. Rêveberê Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik, derbarê xebatên mîhrîcanê de ji ajansa me re axivî.    Işik, diyar kir ku weke Hûnera Mordem, Atolye A4, Wephotos, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê û Wêjegeh Amed biryar dan ku mîhrîcanekê bi navê Feqiyê Teyran li dar bixin.    Işik, anî ziman ku ew bi 6 koman re li ser projeyekê hatin gelhev û wiha axivî: "Naveroka xebata me jî Feqiyê Teyran bû. Feqiye Teyran helbestvanekî me yê mezin e. Me got em li ser wî lêkolîn bikin û bixebitin. Bi vî awayî ev mîhrîcan derket holê. Ger me 6 koman karî bên gelhev, wê demê emê karibin komên ji derveyî me jî beşdarê vê xebatê bikin ku mîhrîcan xurttir bibe. Ji ber vê em li sazî û dezgehên sivîl ên Amedê geriyan. Ji bo destpêkê em gihiştin armanca xwe. Gelek ji koman hatin danasîna mîhrîcanê.”   ‘JI ZAROKAN HETA PÎRAN LI BENDA HERKESÊ NE’   Işik, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku hemû sazî bi karê xwe beşdarî mîhrîcanê bibin û wiha got: “Em ê bi saziyên ku em pê re axivîn re an dawiya meha Tebaxê an jî serê meha Îlonê wê civînekê li dar bixin. Wê di civînê de herkes karê ku bikare bike dê bibêje. Ewil em ê karên saziyên ku ji Amedê beşdar dibin diyar bikin pişt re jî yên navnetewî. Mîhrîcan wê li ser çand, huner û xwezayê be. Ji xwe di Mîhrîcana Feqiyê Teyran de jî ev yek heye. Çend cihên ku diyar in hene lê em hêj jî cih digerin. Mînak wê di mîhrîcanê de cihê kampê jî hebe. Dê kon werin vedan, performans, atolye û perwerde wê çêbin. Girseya ku em li benda wan in jî, ji 7 salî heya 70 salîne."    XEBATÊN MÎHRÎCANÊ DIDOMIN   lşik, da zanîn ku xebatên wan ên ji bo mîhrîcanê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê Wêjegeha Amed, di mîhrîcanê de li ser Feqiyê Teyran panel û seminer li dar bixe û broşurên li ser Feqiyê Teyran amade bike. Di heman demê de, dê bi Tora Ziman û Çanda Kurdî û MED-DER’ê re di nava hevkariyê de bin. Wê Atolye A4 û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê pêşangehekê li dar bixin. Dibe ku pêşangeh li bajêr li gelek cihan were pêşandan. Dê hemû cureyên hûnerên dîtbarî û wêne di pêşangehê de hebin. Wê Atolya A4 û Wephotos belgefîlmekê li ser Feqiyê Teyran çêbikin. Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê jî dê ser Feqiyê Teyran çîrokan ji zarokan re vebêje. Em weke Mordem Sanat felsefeya Feqiyê Teyran weke şano bi muzîkalekê em ê pêşkeş bikin. Em bi Tora Ziman û Çanda Kurdî re jî axivîn. Dibe ku sala 2022’an weke sala Feqiyê Teyran were îlankirin. Ma Muzîkê jî gotin em dikarin bi koma zarokan konserekê li dar bixin. Dibe ku Şanoya Bajêr a Amedê jî bi lîstikeke gelerî beşdarî mîhrîcanê bibe.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Bariş Işik, dest nîşan kir ku têkiliyên wan bi hin komên derveyî welat re jî hene û wiha got: “Kesên ku dixwazin di vê mîhrîcanê de cih bigire, yên ji nav Amedê yên derveyî wê bila xwe bigihînin me ku em ji wan re bibin alîkar û di mîhrîcanê de cih bigirin. Li aliyê din em  dixwazin ku ev mîhrîcan an salek an du sal carek were pîroz kirin û bibe kevnepşopiyek. Ji ber vê yekê daxwaza me ewe ku gel jî xwedî lê derkeve. Banga me ya herî mezin ev e."   MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar