Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir 2021-08-24 09:00:29 AMED - Derhêner Ferman Narîn ku êrişên nijadperest ên penaberên afxan bi wan re rû bi rû dimînin, bi navê "Afxan" kir belgefîlm.  PIştî Amerîka biryar da ji Afxanîstanê vekişe, bi sedhezaran kes ji Afxanîstê koç kirin. Axfanên ku ji ber şerê koç dikin, rawestgeha wan a ewilî Tirkiye ye. Bi vê re êrîşên nîjadperest ên li hemberî penaberên afxan û yên din jî zêde bûn.    Derhêner Ferman Narîn, belgefîlma penaberên afxan çêkir. Narîn, destnîşan kir ku armanca belgefîlma bi navê "Afxan" li dijî nîjadperestiyê hayjêhebûn e.    BERPIRSIYARIYA WIJDANΠ   Narîn, anî ziman ku gava xwendekar bû li Otogara Amedê tim leqayî penaberên afxanan dihat û ev yek wî nerihet dikir. Narîn, bilêv kir ku ji wê çaxê de dest bi amadekariyên belgefîlmê kiriye û vê yekê wekî "berpirsiyariyeke wijadnî" esas digire.    Narîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka penaberan, ji zû de heye û pirsgirêk jî heya nebin malê civakê nabin rojev. Narîn diar kir ku penaberên afxan ji aliyê her kesî ve bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin.    BELGEFÎLM   Narîn, da zanîn ku di belgefîlmê de binnivîs bi akr neaniye, bes xwestiye zor û zehmtiyên ku penaberên afxan bi wan re rû bi rû dimînin bide der. Narîn got: "Em li hemû kesên ji afxanîstanê tên hema wekî tiştek nebûbe mêze dikin. Ev ne rast e. Min sirf ji bo bertek nîşanî vê rewşê bidim, ev belgefîlm çêkir."    HÊVÎ!   Narîn, diyar kir ku penaber di şert û mercine pir dijwar de dijîn û bi rêyên qaçax tên Tirkiyeyê. Narîn, destnîşan kir ku bi vê xebatê xwestiye hayjêhebûnê bide peydakirin.    BÊSÎNORÎ   Narîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêsînorîbûnê û got: "Li holê pirsgirêkeke wijdanî û pir mezin heye. Lewma ez behsa vê bêsînortiyê dikim. Ez di vir de li erdnîgariyên ku sînorên mezin lê hatine danîn, bal dikişînim ser karesatên tên serê mirovan. Gava min bi wan re xeber da, ew qilqilandina li wan peyda dibû û têgîna sînorê, bi min re qiyasnefsiyek çêdikir. Mirov dikarin ji ber şer birevin, ev mafê wan e. Niha li vî welatî gelek kes dixwaizn biçin Ewropayyê. Li vî welatî kesên dixwazin biçin Ewropayê û afxanên dixwazin bên vira, di navbera wan de çi ferq heye? Tu ferq tune yeî her du jî eynî ne. Gav şairtê Zanîngeha Mêrsînê bûm, di beşa me de gelek xwendekarên sûriyeyî hebûn. Gav wan behsa  rewşa xwe dikir, digotin 'herî zêde kurd ji halê me fêm dikin.' Gava ji bo belgefîlmê çûm, ji dil nêz bûn. Min xwest vê qiyasnefiyê bidim der."    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol