Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket 2021-08-24 10:35:00   AMED - Hejmara 13'an ya kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî derket û di vê hejmarê de cih ji dosyeyek taybet ku balê dikişîne ser îstîsmara zarokan.    Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 13'an derket pêşberî xwendevanan. Weke ku tê zanîn Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî  her ji çar mehan carekê diweşe û di her hejmarê de cih dide dosyayeke taybet.  Di vê hejmarê de jî cih daye dosyeya "îstîsmar û îstîsmara zarokan." Mijareke girîng û hesas e ku bandorê li hemû civakê dike. Edîtoryaya kovarê bi heyvpeyvîn û nivîsên curbicur yên derbarê vê dosyeyê xwestiye ku ji gelek pirsan re bibin bersiv da ku xwendevan jê sûd werbigirin.    Bi giştî nivîsên ku di vê hejmarê de ne ev in:   "Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya "Lênêrîna Psîkososyal bo Zarokên Leşker" ku ji aliyê Bilal Öztunç ve ji îngilîzî hatiye wergerandin; leşkerkirina zarokan bi destê Dewleta Îslamî, bertekên zarokan yên nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT), rehabîlîtasyon, terapî û lênerîna wan zarok-leşkeran ji xwendevanan re rave  dike.    Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya "Trawmayên Qonaxa Zarokatiyê: Îhmal û Îstîsmarê" epîdemiyolojiya îstîsmarê, sedemên bingehîn ên îstîsmarê û faktorên rîskê, trawmayên qonaxa  zarokatiyê û nexweşiyên psîkiyatrîk rave dike.   Prof. Dr  Hasan Kandemir di warê derûniya zarok û kamilan de akademîsyenekî pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Derbarê îstîsmar, îstîsmara zarokan û cureyên wê pê re hevpeyvînek hatiye kirin. Bi vê heypeyvînê hewl hatiye danîn ku mijar bê zelalkirin û xwendevan jê sûd werbigirin. Hevpeyvîn ji aliyê Samed Doğan ve ji tirkî bo kurdî hat wergerandin.    ÎSTÎSMARA LI HEMBER ZAROKAN   Şêwirmendê Derûnî Erdal Gül bi nivîsa xwe ya zazakî ya bi navê "Îstîsmare Domanan" li ser têgeha îstîsmarê radiweste û tine zimên ku divê civak derbarê mijara îstîsmarê bê agahdarkirin, perwerdekirin û zarok bi qanûnan bên parastin. Derûnnas Siyabend Aslan bi nivîsa xwe ya "Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan" behsa îstîsmara zayendî, di rewşên wisa de danûstandina bi zarokan re, bandora wê ya derûnî ya li ser zarokan, bergirtina wê û tedawiya wê dike.   Akademîsyen Noemí Pereda û Diego A. Díaz-Faes bi nivîsa xwe ya "Di Şopa Pandemiya Covid-19ê de Şideta Malbatê ya li Hember Zarokan: Venêrîneke Perspektîfên Nûjen û Faktorên Rîskê" ku Leyla Turhan ji îngilîzî wergerandiye, li ser mijara îstîsmara zarokan di dema pandemiyê de, rîskên zêdebûyî, teoriyên krîmînolojîk yên derbarê şidetê û nêrîna sosyoekolojîk disekinin.    Şêwirmendê Derûnî Rohat Mîran bi nivîsa xwe ya "Encamên Psîkolojîk û Fîzyolojîk yên Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan" li ser taybetmendiyên îstîsmara zayendî, cureyên tawanbaran û encamên îstîsmara zayendî radiweste.   Şêwirmendê Derûnî Selahattin Güneş bi nivîsa xwe ya "Li Dibistanan Dudiliya Derbarê Gilîkirina Îstîsmara Zayendî ya li Hemberî Zarokan û Zerer (Mexdûr)ên Duyemane" wan zehmetiyan dinirxîne ku li dibistanan pêşiya gilîkirina îstîsmarê digirin û pêşniyazên xwe tîne zimên. Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya ‘Înşakeriya Keseyatîya Gedeyanê Kurdan de Hîrê Dîyardeyî: Vêşanîya Heskerdîşê May û Pîyê, Ters û Şîdeta Înan û bîyayîşî’, Şêwirmendê Derûnî Nuh Bozkur bi nivîsa xwe ya ‘Pêşîlêgirtina Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan: Perwerdeya Beşên Taybet ên Laşê Mirov’, Derûnnas Newroz Xebat Yıldırım bi nivîsa xwe ya ‘Destdirêjiya Zayendî ya li Hember Zarokan’, Felsefevan Adem Warnas bi nivîsa xwe ya "Dijî Xerabiyên Çêkirî: Xweserî", Pisporê Xizmeta Civakî Erdal Aladağ bi nivîsa xwe ya "Li ser Daneyên BADEMê ku di Bengîtiya Madeyan de Modeleke Xizmetê ya Nû ye Vekolîneke Retrospektîf: Mînaka BADEMa Diyarbekirê"’, Derûnnas Mehmet Ali Erol bi nivîsa xwe ya "Bi Nêrîneke Psîkanalîtîk Xewn û Şîrovekirina Wan", Derûnnas Ferdi Okyay bi nivîsa xwe ya "Nasnameya Civakî û Neteweperweriya Neteweyên Bindest", Mamoste Vecdi Demir bi nivîsa xwe ya "Xwendinek li ser Dîroknivîsiya Psîkanalîtîk" ku Aydın Rengîn ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Aydın Karatay bi nivîsa xwe ya "Noro-zanist û Dîroka Wê", Derûnnasa Pispor Hataw Ahmed Sharif û Muzîsyen Natiq Salim Silo bi nivîsa xwe ya "Muzîk û Bandora Wê ya li ser Aliyên Derûnî" ku İrfan Bahadîn ji soranî wergerandiye kurmancî bi me re ne û mêvanê me yê "Pirs û Bersivê" jî Ahmed Kurdî ye."