Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe 2021-08-26 13:16:50 AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, kargehên bêheq ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar dixe.  Şanoya Bajêr a Amedê ku her sal li Amedê bi gelek lîstikan derdikeve pêşberî temaşevanan, wê bi piştevaniya Enstîtuya Goetheyê kargehên bêheq ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar bixe. Serlêdanên xebatên kargeha ku kesên bi ser 18 salî de dikarin tevlî bibin û ji 20 kontenjanên pêk tê, wê di 13’ê îlonê de bi dawî bibin. Piştî serlêdan temam bûn wê di 18 û 19’ê îlonê de hilbijartin bên kirin.    KARGEH   Wê Şanoya Bajêr a Amedê di kargehên wek Clown, Pandomîm, Hereket û Dans, Bûkoke, Jonglor û Nivîskariya Dramatîk de dersên Lîstikvaniya Bingehîn, Deng û Kondusyon, Dîrok û Têoriya Şanoyê, Analîza Metnên Dramatîk, Rîtm û Perwerdehiya Deng bide beşdarvanan.    Kesên dixwazin beşdarî xebatên kargehê bibin dikarî serî li Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyasê bide û her wiha dikarin nav, paşnav û nimreya telefonê ji navnîşana maîlên xwe ji amedtiyatro@gmail.com re bişînin û serlêdanê bikin.