Şakirî bi rêyên qaçaxî albuma xwe dişîne welat 2018-02-10 11:42:01 STENBOL - Hunermendê kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Yedê Şakîrî, bi guhdarkirina Hesen Zîrek dest bi rêwîtiya xwe ya muzîkê dike û hêj ev rêwîtî dewam dike. Şakirî di nava şer û zextan de mezin bûye, ji ber qedexeyan nikaribû albuma xwe li welatê xwe derxe, li Stenbolê derxist. Şakirî dê bi rêyên qaçaxî albuma xwe bişîne welat.   Hunermendê kurd Yedê Şakirî, li bajarê Sinê yê elaleta Kurdistanê di sala 1977'an de hatiye dinê. Şakirî zarokatiya wê di nava şer de derbas bûye. Şakirî aşkera kir ku piştî Şoreşa Îranê ya 1'ê Sibata 1979'an re, Ayetullah Ruhullah Humeynî rêveberî xistiye destê xwe, zextên li dijî kurdan jî zêde bûne û ew jî di serdemeke bi zext û zor de mezin bûye. Şakirî da zanîn ku di van salan de şerê Îran-Iraqê dest pê kiriye.   MUZÎK QEDEXE YE   Şakirî anî ziman ku dema temenê wê bi pêş ketiye, bi dengxweşiya xwe hesiya ye, di bin qedexeyan de dest bi muzîkê kiriye û wiha got: "Wê demê li Îranê muzîk qedexe bû. Gelê me wê demê bi çanda xwe bersiv dida zextên hikumeta Îranê."   Şakirî da zanîn ku wê bi tembûrê dest bi muzîkê kiriye, destpêkê bi stranên Hesen Zîrek û stranên folklorîk en herêma xwe dest bi muzîkê kiriye. Şakirî destnîşan kir ku wê ji mamosteyekî perwerde nedîtiye û wiha pê de çû: "Piştî min beşa Wêjeya Farsî ya Zanîngeha Azadiyê qedand, min stranên xwe li Tehranê li gel hevalê xwe qeyd kir. Gotin û muzîkan mamosteyê min çêdikir. Stranên min li Kurdisan û Rojhilat tiştekî nû bû. Gel jî stranên min ecibandin."   PONIJANDIN QEDEXE YE   Şakîrî bi muzîka pop û rackê dike, di stranên xwe de pergala kapîtalîzmê jî rexne dike. Şakirî derbirî ku hikumeta Îranê destûrê nade kurd di warê civakî û siyasî de hunerê bikin û ev tişt anî ziman: "Hikumeta Îranê dixwaze mirov wekî wê bifikirin. Yanî naxwazin kurd wekî xwe bijîn. Dibêjin kurd hene lê 'divê wekî min bijîn.' Ez jî li dijî vê yekê sekinîm û min xebatên xwe wiha meşandin."   Şakirî diyar kir ku ji ber muzîka cuda çêkiriye, gelek televîzyonan ew dawetî bernameyan jî kiriye, li Tirkiyeyê jî TRT Kurdî ew dawet kiriye; lê ji ber ku muzîka wê bi rexne ye, li ser dikê cih nedane wê. Şakirî bi lêv kir ku stranên ku qeyd kiriye piştî 10 salan di sala 2007'an de beyî ku etîketa şirketeke muzîkê hebe, bi navê "Nawêrim bangit kem" albumek derxistiye.   DÊ BI RÊYÊN QAÇAXÎ ALBUMÊ BIŞÎNE ÎRANÊ   Şakirî da zanîn ku albuma wê ya destpêkê hatine ecibandin, ji ber wê albuma 2'yemîn amade kiriye, ji ber ku zextên li Îranê dewam dikin, albuma xwe ya nû ya bi navê "Kî şik ebey diro neka" bi alîkariya KOM Muzîkê li Stenbolê derxist.   Şakirî destnîşan kir ku hevalê wê yê li Stenbolê KOM Muzîk ji bo wê pêşniyar kiriye, dê albuma xwe li ser bajarê Sulêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê re, bişîne welatê xwe.   MA / Muhammet Dogru