MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir 2022-02-10 19:34:58     AMED - Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî têkildarî 21'ê Sibatê bi mamosteyên kurdî re civiya û got: "Em 15-21'ê Sibatê li her derê Amedê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan dikin."    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, bi mamosteyên kurdî re civiya. Komeleyê beriya civînê daxuyaniyek da. Civîn li Egîtîm-Sen a Şaxa 2'yan a Amedê hat lidarxistin. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî û mamosteyên MED-DER'ê tevli civînê bûn.    Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî anî ziman ku 21'ê Sibatê rojeke taybet e û armanca wan a vê civînê jî ew e ku sûd ji çavdêrî û tecrûbeyên mamosteyan wergirtin û guh li daxwazên wan bikin.    Ronî, bilêv kir ku her wiha ew MED-DER jî ji bo kêmasiyên xwe çareser bikin vê hevdîtin bi mamosteyan re dikin.    ‘EM 15-21'Ê SIBATÊ WEKÎ HEFTEYA ZIMANÊ KURDÎ ÎLAN DIKIN'   Ronî di berdewama axaftina xwe de got: "Pêşî em ê plansaziyên xwe tevî mamosteyan binirxînin û bernameya xwe ya nû amade bikin. Ez yeqîn dikim ku em ê tevî mamosteyên xwe xeyalên pêşengên xwe Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî û gelek kesên wekî wan pêk bînin. Em 15-21'ê Sibatê li her derê Amedê wekî Hefteya Zimanê Kurdî Îlan dikin."