Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye 2022-05-10 09:01:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka "Şewqa Sibê" ku ji nav weşanên Lîsê vê mehê çap bû, li gorî amedakarê pirtûkê rojnamevan Îbrahîm Bulak pirtûka ewil a çîrokên kurdî ên modern e. Bulak dibêje nivîskarê vê Nûrî Hîzanî jî ne kurd e, ermen e.    Pirtûka çîrokan "Şewqa Sibê" ku çapa vê ya pêşî 1934 li Êrîvanê derketiye îsal bi amadekariya rojnameger û nivîskar Îbrahîm Bulak ji nû ve ji alî weşanên Lîsê vê çap bû. Ji bo em çêtir li ser pirtûk û nivîskarê vê agahdar bin bi Îbrahîm Bulak re peyivîn.    KESEK JIBÎRÇÛYÎ YE    Bulak derbarê nivîskarê pirtûkê Nûrî Hîzanî de van agahiyan dide: ''Nûrî Hîzanî sala 1896’an li qeza Hîzana Bedlîsê tê dinê. Saxfilitiyekî ji Qirkirina Ermeniyan e. Piştî ku berê xwe dide Ermenistanê li wir xwendina xwe ya bilind li Êrîvanê kuta dike. Di nav nifşê yekê Kurmancên Sovyetê de tenê kurd tunebûn. Heta serê pêşî barê bêtir li ser pişta Mesîhiyên Kurdîaxêver bûn. Pê re pê re dersdar û nivîskarên kurdan çêdibin. Nûrî Hîzanî jî ermen e û kurdî dizane. A esas hingî kurd tunebû kurmanc hebû û ermenên kurdîaxêver jî xwe jê dîdît. Mirov dikare kurmancbûnê wekî nasnameyeke kulturî û civakî pênase bike. Kurdbûn an jî kurdîtî dawiya salên 1950'î û 60’an xurt dibe nexasim di nav nifşê duduyan de. Kurdbûn herçiqas hêmanên kulturî û civakî jî bihewîne bêtir nasnameyeke polîtîk e û endamên wê gişt kurd in. Nûrî Hîzanî jî ermenekî ji nifşê yekê ye. Navê xwe yî ermenîkî, Hovakim Margaryan e. Şair, nivîskar û mamosteyê kurdî ye ku îro roj mirov dikare ji bo wî bêje kesekî jibîrçûyî ye. Di sala 1966’an de bi minasebeta 70 saliya wî li Êrîvanê ji aliyê kurdan ve jê re şahiyeke qedigirtinê tê çêkirin. Hingî Emerîkê Serdar ku li gel niviskariya xwe rojnamavenek bû, xebera vê şahiyê ji Riya Teze re nivisiye. Min çer kir, ji çendî kesan pirsî jî ez bi ser agahiya ka kîjan salê miriye,venebûm.''   BEHSA ŞERÊ LI AGIRÎ DIKE    Bulak derheqê pirtûkê de jî van agahiyan dide: ''Tê de 8 çîrok hene ku behsa jiyana kurdên li Sovyetê dikin. Wekî berhemên vî nifşî wî jî berê xwe dide paşdamayîna kurmancan, qenciya dewleta şêwrê, qelend, jihevmêrkuştin, bindestiya jinê û hwd. Taybetiya Şewqa Sibê ew e ku kitêba ewil a çîrokên modern ên kurmancî ye. Berî Nûbar a Wezîrê Nadir û Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo çap bûye. Di nav çîrokên wî de bi ya min a balkêş behskirina wî a Şerê Agirî ye. Ji ber heta demekî di nav Kurdên Sovyetê de kes nediwêrî behsa vî şerî bike. Têkiliyên Sovyetê bi dewleta Tirk re alîkî ji ber Xoybûnê jî bi Taşnak re tifaqek çêkiribû ev mesele tam bûbû tabû. Heta ji nivîskarên kurdan dihat di berhemên xwe de jî nefreta xwe a li dijî Taşnakan nîşan didan. Wekî mînak Şikoyê Hesen di helbestekê xwe de dibêje 'Romê, daşnaka koka me qeland'. Taşnak jî wekî dijiminekî çavsor ê kurdan datîne li kêleka tirkan. Dîsa ez mînakeke din bidim ji bo baş bê fêhmkirin. Di Hawarê de di hejmara 8'an de (12 Îlona 1932'yan derçûye) cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî tê kirin. Heciyê Cindî bi rêya nivîskarê Ermenî Prof. Dr, Harutyun Migirdiçyan rojnameyan dişîne ji Celadet re. Lê ew serê wî gelek diêşîne û ew jî pêla ku Sovyet li Taşnak hatiye xezebê bêpar namîne û bi pêwendiya wî bi Federasyona Şoreşger a Ermenistanê (Taşnak) heye, tê sûcdarkirin û demekê dikeve hepsê.  Jixwe Nûrî Hîzanî jî bi erênî behsa vî şerî nake, ji perspektîfa siyaseta Sovyetê li vî şerî û şerên din ên kurdan mêze dike.''