Koma Zelal armanc dikin bi kirmanckî û soranî jî album derxin 2017-10-07 09:06:19 STENBOL – Albuma Koma Zelal a bi navê “Gurgum” ji Kom û Mîr muzîkê derket. Koma Zelal got ku ew difikirin albumê pêşerojê bi zaravayê kirmanckî û soranî jî berhmena derbixin.  Tahîr Kozludere (Daro Welat), Tayfur Kozludere (Reşo Zelal), Veysel Çidik, Şêxo Bezgîngol û Mehmet Çoruk di sala 2001’an de li Narliya navçeya Pazarcik a Gurgumê bi navê Koma Zelal komek muzîkê ava kirin. Koma Zelal albuma xwe ya profesyonel di 2011’an de bi navê “Mara Yare” derxist. Komê di 2013’an de jî albuma bi navê “Yona/Xum Xum” derxist. Koma Zelal bi strana navê “Li Qamişlo” ji aliyê muzîkhezan ve hat nasîn û kom bi vê stranê di nav civakê de hat nasîn.  Albuma herî dawî jî ya Koma Zelal bi navê “Gurgum” ji aliyê Mîr û Kom mûzîkê ve hat derixstin.    ‘JI BO MIROV MERAQ BIKIN ME NAV KIR GURGUM’    Endamê Koma Zelal Reşo Zelal behsa çima navê “Gurgum” li albuma xwe kirine kir û got: “Gurgum navê Mereşê yê bi kurdî ye. Di heman demê de wexta Sumeran jî navê Gurgumê li wê herêmê hatiye kirin. Me xwest navê Gurgumê nûjen bikin û bi civakê bêtir bidin nasîn. Ji berk u berhemên di albumê de jî hemû yên herêma Gurgumê ne, me xwest em navê albumê bikin Gurgum. Me xwest em bi navê Gurgumê mirovan bixin nav meraqê û navê Gurgumê lêkolîn bikin.”    BI ALBUMÊ BEHSA GURGUMÊ DIKIN    Zelal destnîşan kir ku ew bi strana navê “Li Maraşê” jî dixwazin behsa Komkujiya Mereşê bikin û wiha dewam kir: “Her wiha me xwest em êrîş û şertên mercên civaka elewî ya kurd ên li Mereşê tê de dijîn bînin bîra mirovan û derbixin ber çavan. Bêlesebep rastî vê komkujiyê hatin. Divê gel jî viya baş dizanibe. Hêj polîtîkayê tunekirinê li ser gelê herêma Gurgumê didomin. Hêj zemîna liv ê herêmê êrîşî ser gel bikin tê kirin. Dixwazin di vê serdemê de jî bi çîmento û fabrîkayên fuzeyên Elman civaka elewî û kurd di komkujiyên nû de derbas bikin. Ew herêm ji ber ku herêmek krîtîk e naxwazin civaka kurd û elewî li wir bijîn. Me jî xwest bi vê albüme em behsa Mereş û herêma Gurgumê bikin.”      DI ALBUMÊ DE BEHSA ERMENÎ Û DERSIMIYAN DIKIN    Zelal da zanîn ku di albumê de gotinên strana “De lê lê” jî gotinên ermeniyên herêma Gurgumê ne û bi vê stranê behsa koçberiyê dikin. Zelal got ku di albumê de bi srana “Tu şîrînî” jî cih dane DErsimiyên li herêma Gurgumê.   Zelal anî ziman ku xebatên wan ên albumek din a nû hene û ew dixwazin ku bi hemû zaravayên Kurdistanê stranan vebêjin.     MA / Sadiye Eser