Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir 2022-08-23 12:26:33   WAN - NÇM ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re konserekê li dar dixe. Hunermendên Aryem Komê ku dê di konserê de derkevin ser dikê, banga piştgiriyê li her kesê kirin û gotin: “Em ê bibin hêz û em ê pev re li ber xwe bidin.”    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) ji bo 16 rojnamegerên di 16’ê hezîranê hatibûn girtin, bi armanca piştevaniya bi çapemeniya azad re dê di 28’ê tebaxê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê, şeva piştgiriyê li dar bixe. Hunermendên Aryem Komê ku dê di şeva piştevaniyê de derkevin ser dikê banga tevlibûnê kirin.   ‘ÇAPEMENÎ BÊDENG BE DÊ HER KES BÊDENG BE’   Hunermend Fadîme Polat, diyar kir ku gelek derdorên civakê bi heman zextan re rûbirû dimînin û wiha got: “Hevalên me yên rojnameger ji ber ku ji gel re rastiyan radigihînin, rastî van zextan tên. Em jî li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran çapemeniya azad di şeva piştgiriyê de cih bigirin. Em ê bi vî awayî bibin hêz û li ber xwe bidin. Ger çapemenî tune be dê kesê ku rastiyan ji civakê re ragihîne jî nebe. Ger çapemenî bêdeng be muzîkjen, wêjevan, şanoger, civak, her kes dê bêdeng be.” Polat, her kes vexwend şeva piştevaniyê.   PIŞTEVANIYA BI ÇAPEMENIYA AZAD RE   Hunermend Baran Sari jî ani ziman ku ew ji bo şeva piştevaniyê hatine vexwendin û ew ji vê yekê re gelek kêfxweş bûne û ev tişt anî ziman: “Em mirovên hunermend in; huner arasteyî feraseteke rizibûn û tunekirinê hatiye kirin. Em li dijî vê yekê şer dikin. Hewldanên me yên parastina hebûnî û nîşandana heqîqetê hene. Em vê yekê bi piştgiriya çapemeniyê pêk tînin. Îro dixwazin çapemeniya azad biçewisînin lê rewşa me hemûyan dişibe hev. Ji ber van sedeman em ê li dijî rastiya ku tê windakirin bi çapemeniya azad re di şeva piştevaniyê de bi hev re bin. Em her kesê ji bo piştgiriyê xurt bikin vedixwînin şeva piştevaniyê.”   ‘ÇAPEMENIYA  AZAD NIKARE WERE BÊDENGKIRIN’   Solîsta komê Neslîhan Edîş, bi lêv kir ku hunermend bi salan e tên çewisandin û wiha axivî: “Li gel hemû çewisandinan ne em ne jî xebatkarên çapemeniya azad bêdeng nabin, nayên bêdengkirin. Binêrin em ê şeveke piştevaniyê li dar bixin, ev agahiya vê şevê jî bi riya çapemeniyê digihije gel. Ji ber vê yekê divê her kes piştgiriyê bide çapemeniya azad û di ferqa hêza wê de be.”   Edîş, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rojnameger dê nivîsîna xwe, em jî dê strîna xwe heya ku rastî riya xwe dibîne, bidomînin.”