Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan 2022-12-15 14:47:09   ŞIRNEX – Di danişîna doza derheqê kuştina Şîmonî Dîrîl de parêzerê bersûcan diyar kir ku miwekîlê wî li cem “hêzên ewlekariyê” dixebite û îdiaya xwe wiha domand: “Hevdîtinên li ser telefonê yên bi Şîmonî û Hurmuz Dîrîl re hatine kirin, bi mebesta agahiyên îstîxbarî hatine kirin.”    Hurmuz Dîrîl (71)  û Şîmonî Dîrîl (65) ku hevjîn in, di 11’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Elkê ya Şirnexê winda bûn. 70 roj piştî windabûnê jî cenazeyê Şîmonî Dîril hate dîtin. Ji ber qetilkirina Şîmonî Dîrîl, derheqê Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz de bi sedemên “bi hestên cinawirî û bi ezyetê kuştinê” û “Kuştina bi plankirî” doz hate vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Di danişînê de Apro Dîrîl ku girtî ye, gilîker û parêzer amade bûn.    LI ŞAHID HAT GUHDARÎKIRIN    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî Kutbettîn Tekmenoray ku ji dozeke cuda hatiye girtin weke şahid hat guhdarîkirin. Tekmenoray, beriya niha ji dozgeriyê re daxwazname şandibû û gotibû ku tiştên hatine nivîsandin aydê wî ne û kesê bi navê Emîn Aslan ku li qawîşa wî dimîne jê re gotiye ku di navbera Apro Dîrîl û Şîmonî Dîrîl de dijminatî hebû lewma hatiye kuştin.    Piştre jî dê li Emîn Aslan ku li qawîşa Tekmenoray tê ragirtin weke şahid bihata guhdarîkirin. Lê belê ji ber ku tespîtkirina nasnameyê xelet hatiye kirin, derket holê ku kesê anîn dadgehê Aslan nîne.    DELÎL TÊN TUNEKIRIN    Parêzerê malbata Dîrîl û Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz di danişînê de parastin kir û da zanîn ku bûyer, dozeke cînayetê ya jirêzê nîne. Dîlsîz, bi domdarî wiha got: “Şandeya dadgehê lêpirsîneke berfireh nekir. Me daxwaza qeydên HTS’ê kiribû lê hêj nehatine. Di pêvajoya lêpirsînê de delîlên xurt hatin tunekirin. Divê şandeya dadgehê van xisûsan jî li ber çavan bigire û biryarê bide ku rewşa girtî ya Apro Dîrîl bidome.”    ÎDIAYA PARÊZERÊ BERSÛC    Piştre jî parêzerê bersûc dest bi parastinê kir û diyar kir ku Apro Dîrîl li cem “hêzên ewlekariyê” dixebite û îdia kir ku axaftinên li ser telefonê yên bi Hurmuz û Şîmonî Dîrîl re hatine kirin, di çarçoveya agahiyên îstîxbarî de hatine kirin.    APRO DÎRÎL DAXWAZA BERDANA XWE KIR    Bersûc Apro Dîrîl jî di parastina xwe de ev îdia kirin: “Xwedayekê min û dewleteke min a tirk heye. Ji bo qanûnan rêz digirim. Lê ev tiştên tên gotin tevek îftîra ne û ji ber xwe ve tên kirin. Tu eleqeya min bi vê bûyerê re nîne. Dixwazim werim berdan.”    MALBATA DÎRÎL HEDEF HAT NÎŞANDAN    Parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz bertek nîşanî parêzerên bersûcan da ku endamên malbatê weke hedef nîşan didin û wiha got: “Hempîşeyên min her carê ne têkildarî bûyerê lê malbatên kuştiyan tawanbar dikin. Tiştekî wiha nabe û em qebûl nakin. Daxwaza me tevan ew e ku rastî derkeve holê. Lê hûn nikarin her carê endamên malbatê tawanbar bikin. Hûn raste rast îftîrayan dikin.”    WÊNE PÊŞKEŞÎ DADGEHÊ KIRIN    Piştre jî parêzerên Dîrîl mafê axaftinê girtin û wêneyên ku dema Apro Dîrîl bi awayekî serxweş bi kalaşnîkofan êri,şî mala Şîmonî Dîrîl dikir pêşkeşî dadgehê kirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê ji bo ku delîlên pêwîst bên komkirin, biryar da ku rewşa girtî ya Apro Dîrîl bidome û danişîn taloqî 3’yê sibatê kir.