Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin 2023-04-09 13:11:38   AMED - Dêra Ermenan a Surp Gîragos ku di dema qedexeyên derketina derve ya Sûrê de ziyaneke mezin gihiştibûyê, piştî 8 salan Cejna Paskalyayê pîroz kir.    Di qedexeyên navbera 2015-2016’an ên li navçeya Sûr a Amedê de ziyaneke mezin gihiştibû Dêra Ermenan a Surp Gîragosê. Piştî 8 salan, li dêrê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin. Cemaeta Ermenan, li dêra dîrokî ayîn li dar xist. Ayîn, piştî lêdana zengilê dêrê dest pê kir. Endamên Cemaeta Ermenan di ayînê de find vêxistin, dua kirin, beşên Încîlê xwendin û îlahî gotin. Ji Patrîkxaneya Ermenan a Stenbolê Keşe Der Kevrok ayîn birêve bir û kadeyên Paskalyayê û hêkên boyaxkirî hatin belavkirin.