Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele 2023-04-19 09:56:38   AMED - Pirtûka helbestan a Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Rênas Jiyan bi berhema xwe ya nû, hestên dayikên dilbikeser bi ser dilê xwe ve, hestên xwe jî bi ser dilên xwîneran ve diwerivîne.   Rênas Jiyan ku weke avakarê ekola hunerî û ramanî ya "Çirûskîzm" hate nasîn û bi pirtûka helbestan a pêşî Janya di dil û mejiyê wêjehezan di cihê xwe girtibû, bi berhemeke nû derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ya helbestan ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Pirtûk ji neh beşan pêk tê. Helbestên beşa yekemîn ku ji êş û kulên civakê werivîne di bin serenavê "Roj-name" de cih girtine.    "genimê me, kenê me, temenê me, ava me, ezmanê me, darên me, wê dîsa şîn bibin… lê hûn… ên ku ruhê we qurm e… hêza we, navê we, dewleta we, xulamên we, payetiya we, çekên we, xezeba we, her tiştê we… hûn ê hişk bibin..."   Helbestên di bin serenavê beşa "Roj-name" de cih girtine ji bo Egît Îpek, Haqan Arslan, Emîne Şenyaşar, Mirad Yûrtgul, Sara, Ronahî, Rojbîn, Mîr, E.Rehman, Evîn, Sêvê, Pakîze, Fatma, Osman Şîban, Serwet Tûrgût, Garîbe Gezer û hemû pakrewanan hatine nivîsîn. Helbesta ku 'ji bo Egît Îpek, Haqan Arslan û hemû hestî-zêr-an' hatiye nivîsîn wiha ye:   “çavên diya min odeyên ku zivistanî sobe lê vênakevin hêsirên wê di baranê de mirîşkên li ser qirşikên şil lûsiyane dêmên wê du masî ne dibiriqin ji girî rûyê diya min bajarekî tarî ruyê diya min roboskî ez jê re dibêm:  hey dilê, hey arî-kilê! ê di pakêta kargoyê de ne ez im ez êvarî, çilê zivistanî di tûrikê destê bavê xwe de berfeke esmer im nehêle kes pê li berfê bike dûre ez ê biêşim her kes bi zayîna xwe diya xwe diêşîne niha di hişê te de her tişt dirize: xezal dirizin stêrk wek keriyên kûçikan direyin zimanê te kincekî di seqemê de li ber bayê kur hatiye raxistin dilê te nepixiye wek pirtûka av bi ser de hatibe rijandin hestiyên min di hembêza diya min de beştên banê welatekî ne hestiyên min ji ezmanekî spîboz mohra hîveke şîn e azadî pê hatiye tesdîqkirin”   Rênas Jiyan helbestên din yên pirtûkê di bin serenavên "Marketa Helbestan", "Helbestên ‘Roman’kî", "Belek Belek", "Helbestên Zanistî", "Sînemaname", "Senfoniya Hejariyê", "Bavê Fexriya" û "Xewwerîn" de kom kirine.    “durû bûne çira şîr ên bêrûmet bûne everest kevirên depresif giriyên min dipelçiqînin ez ê her tim dojeha bêbextan bim.”   Rênas Jiyan bi berhema "Êvar Încas in Şev Kersele" hestên dayikên dilbikeser bi ser dilê xwe ve, hestên xwe jî bi ser bi ser dilên xwîneran ve diwerivîne.   RÊNAS JIYAN KÎ YE?   Rênas Jiyan, di sala 1974’an de li Qosera navçeya Mêrdîne ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Qoserê xwend. Piştre li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Seretayî kuta kir û bû karmendê dewletê. Lê dev ji karmendiya dewletê berda. Kovara Çirûskê derxist û weşanxaneya Belkî’yê ava kir. Heya niha gelek pirtûkên helbestî, şano, kurteçîrok, hevpeyvîn, ceribîn-rexne, teori-felsefe, analiz û roman nivîsîne.    BERHEMÊN WÎ   * Janya (helbest) 1999 * Koleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê (helbest) 2003 * Di Tuwaletê De (şano) 2006 * Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê (ceribîn) 2008 * Çirûskîzm: Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk (teori-felsefe) 2012 * Diêşiya (helbest) 2013 * Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardederb (analîz) 2015 * Spîtama (roman) 2016 * Ponijîn (ceribîn) 2016 * Dîn û Şîn (helbest) 2016 * Bacanên Pelçikî (roman) 2017 * Stranên Sor Niviştên Mor (roman) 2018 * Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê (kurteçîrok) 2019 * Berfwerîn (helbest) 2020 * Kavirên Anarşîst (roman) 2021 * Em Ketin Peyv Me Xwe ji Bîr Kir (hevpeyvîn) 2022 * Êvar Încas in Şev Kersele (helbest) 2023   MA / Abdurrahman Gok