Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin 2023-04-19 12:21:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî her sal li gorî babetekê tê lidarxistin, dirûşmeya îsal weke “Jin jiyan azadî" diyar kir û ew ê mêvandariya filmên yek deqeyî yên derbarê berxwedana jinan de bike. Ew ê li ser navê sê jinên berxwedêr jî xelatan bide.   Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî par cara ewilî hatibû lidarxistin, îsal jî heman festîval tê lidarxistin. Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi pêşengiya Tor û Banos Film Production ve tê lidarxistin. Miracaetên ji bo festîvalê dest pê kirine. Kesên bixwazin filmên yek deqîqeyî çêkin, divê filmên xwe herî dereng heta 10’ê cotmeha 2023’yan bişînin ji tor.banos.film@gmail.com re. Piştî 5’ê gulanê film bi rêya mailê dê werin qebûlkirin.   Tor Film Production li Amedê hat damezirandin, lê niha bi awayekî fermî li Ewrûpa kar dike. Banos Film Production jî li Rojava karên sînemayê bi rê ve dibe. Tor û Banos film bi hev re xebateke kolektîf dimeşînin û dibêjin, xebatên kolektîf dê bêhtir bi ser bikevin.   Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî hewl dide her sal babetekê diyar bike û li gorî vê babete film werin çêkirin. Sala par, babeta festîvalê “zimanê kurdî” bû. Festîvalê ji bo îsal jî babeta “jin”ê neqandiye û dixwaze derbarê jinan de filmên kurt û bi derb werin çêkirin. Ji lewma jî xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn û ji bo her xelatê dê 500 euro jî bên dayîn.   ALOZIYÊN CIVAKÎ BABETA FESTÎVALÊ DIYAR DIKIN    Reveberê festîvalê û xwediyê Tor Film Production Ferat Kevir ji nûçegihanê rojnameya Ozgur Polîtîka Ardîn Dîren re axivî ye û da zanîn ku wan ji bo îsal dirûşmeya “jin jiyan azadî” neqandiye û mijara filmên beşdar jî dê bi berxwedana jinan ve girêdayî be.    Ferat Kevir derbarê festîvalê de wiha got: “Meseleyeke festîvala me ew bû ku em her sal li gorî rewşa civaka Kurdan mijara xwe diyar bikin. Yanî babeta filmên ji bo festîvalê werin çêkirin, ne em diyar dikin, aloziyên di nav civakê de diyar dikin. Jinên Kurd îsal di şexsê Jîna Amînî de li dinyayê deng vedan. Her wiha qetilkirina jinên weke Jîna Amînî, Evîn Goyî, Garibe Gezer û hevalên jin, li ser me ferz kir da ku em babeta festîvala îsal bikin berxwedana jinê. Doh û îro jî rola jinê ya di nav civakê de hat paşguhkirin û mafê wan binpê bûn. Li hemberî vê hişmendiyê jinê tim li ber xwe da û hîna jî ev têkoşîna wan dewam dike. Îro jî Jinên Kurd pêşengiya vê tekoşîne dikin û ji dinyayê re dibine mînak. Em jî bi vê festîvalê, ku weke çalakiyekê jî dinirxînin dixwazin piştevaniya berxwedana jinan bikin da ku dengê wan hîn bêhtir xurt derkeve.”   ENDAMÊN JÛRIYÊ JÎ WÊ JIN BIN    Ferat Kevir da zanîn ku ji nav filmên hatine şandin, ew ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin wan da ku van kesên xelatên xwe girtin, karibin bi vê xelatê filmekî baştirîn çêbikin. Ferat Kevir got: “Filmên ku hatine wê îsal ji aliye juriyl ve bên nirxandin û xelatkirin. Pergala me ya îsal bi dengdayîna juriyê wê pêk were.  Wê endamên juriye bi temamî jin bin. Kurt û kurmancî festîvala me ya îsal wê bi her awayî rengê jinê derxe holê û biparêze.”   ARMANC ÇÎROKÊN KURT Û BI DERB IN    Ferat Kevir armanca festîvalê û çêkirina çîrokên sînemayî jî bi vî awayî nirxand; “Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase, bi çîrokên piçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirna çîrokekê. Bi derbeke kin sazkirina fîlmekî. Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov dixwaze van dîmenan mayînde bike, tomar bike. Ev xwestek bi gelek kesan re peyda dibe. Xwestekeke xwezayî ev yek. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên van xeman li pey çîrokên xwe digerin. Hêviya me ew e ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.”   ŞERTÊ PÊŞÎ KURTBÛN E    Ji bo Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya îsal, şertên tevlîbûnê hatin eşkerekirin. Şertên tevlîbûnê weke li jêr in:   * Divê film herî zêde 1 deqe be.Bê jenerîk! * Divê mijara film li ser “Berxwedana Jin ê” be.  * Her kes tenê bi filmekî dikare serî li pêşbirkê bide.  * Piştî film hatin şandin mafê Tor / Banos film production heye ku film di malperên xwe de bidin weşandin û li ser medyaya civakî parve bikin. Bi ti awayî mafê telifê nayê xwestin * Film dê ji aliyê Juriyê ve  werin xelatkirin. * Film bi hemû cureyên sînemayê dikare were çêkirin. Ji bo cureya film sînor tine. * Divê di filman de mafê têlifan were parastin.(Mûzîk,dîmen,deng,pirtûk û hwd) Filmên ku mafên zarokan, jin, berasteng û heywanan binpê dike bi tu awayî nayên pejirandin. * Şandin û qebûlkirina filman bê pere ye. Herkes dikare filmê xwe bê pere ji me re bişîne.    Dosyeya miracaetan jî divê bi vî rengî be;   - Nav û paşnavê derhêner  - Navê film  - Biyografi û filmogfafiya derhêner - Wêneyê derhêner  - Lînka film  - Sînopsîsa film bi Kurdî - Sala Çêkirine - Dema film