Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran 2023-04-22 12:40:26   STENBOL - Pirtûka “Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin” ku ji helbestên girtiyê nexweş Erol Zavar û wêneyên Ozcan Yaman pêk tê, ji Weşanên Klarosê derçû.    Pirtûka “Cennetin güzellikleri cehennemde yaratılır”  (Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin) ku ji helbestên girtiyê nexweşê penceşêrê Erol Zavar û wêneyên Ozcan Yaman pêk tê, ji Weşanên Klarosê derçû. Di pirtûkê de li gel Zavar ku 22 sal in di girtîgehê de ye, her wiha ji Dayikên Şemiyê heta Emîne Şenyaşar, gelek wêneyên têkoşîna çîn û nasnameyan vedibêjin di pirtûkê de cih girtin.    EROL ZAVAR KÎ YE?   Di sala 1969’an de ji dayik bû û ji bajarê Çorûmê ye. Zarokatî û salên destpêkê yên ciwantiya wî li Mamak a Enqereyê derbas bû. Dema Midûrê Karên Nivîsan ê Kovarê ODAK’ê, ji doza “Tevgera Berxwedanê” hate girtin. Dema li girtîgehê ji ber nexweşiya penceşêrê zêdetirî 20 caran emeliyat bû. Tevî kampanyayên li derve hatin kirin jî nehat berdan. Pirtûka Erol Zavar a helwestan a ewil “Ölümü ektim randevu yerinde” (Min li Cihê Randevûyê Mirin Çand) di sala 2006’an de ji hêla Weşanên Cadde’yê ve hate weşandin. Du zarokên Zavar hene û tevî gelek nexweşiyan jî hêj di girtîgehê de tê ragirtin.    OZCAN YAMAN KÎ YE?   Di sala 1963’yan de li navçeya Bafra ya Samsûnê ji dayik bû. Di sala 1988’an de ji Beşa Hunerê ya  Wêneyan a GSF ya Zanîngeha Mîmar Sînanê mezûn bû. Di navbera salên 1985-1991’an de li Şanoyên Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wênegeriyaSehneyê, di navbera salên 1991-2008’an de wênegeriya reklaman kir. Di navbera salên 2008-2014’an de li Rojnameya Evrenselê nûçegihantiya wêneyan û qunciknûsî kir. Hêj niha jî di rojnameyê de bi quncikê “Kadraj”ê derheqê têkiliya di navbera wêne, huner û civakê de nivîsna dinivîse. Di heman demê de li ser wêneyan ji bo kovar û deverên cuda nivîsan dinivîse. Di sala 2014’an de ji Rojnameya Evrenselê teqawid bû. Beşdarî gelek pêşangehên têkel ên neteweyî û navneteweyî bû. Pêşangehên şexsî vekir. Di sala 2015’an de di koma “Wêneyên Herî Baş ên Çapemeniyê” ya AFP’ê (Agence France-Presse / Ajansa Nûçeyan a Fransayê) de cih girt. Di Pêşbirka Wêneyên Çapemeniyê ya Cîhanê de ku li Atlantayê hate kirin, duyemîn derket. Di navbera salên 2006-2019’an de li Beşa Hunerên Grafîkê ya Zanîngeha Yedîtepeyê hîndekarî kir û dersên wêneyan da. Her wiha perwerdekariya wêneyan kir. Beşdarî gelek pêşangehên şexsî û têkel bû. Damezirînerê koma Redfotografê ye.