5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin 2023-06-11 22:07:44   AMED - 5’emîn Rojên Ma Muzîkê, di roja xwe ya dawî de weke her car rastiyê eleqeyeke mezin hat. Di bernameyê de Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar xwest ku ew 50 salan wêdetir jî hunera xwe bigihînin zarokên welêt.    Ma Muzîkê bi dirûşmeya “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” 5’emîn Rojên Ma Muzîkê di 7’ê hezîranê de dabûn dest pê kirin.  Bernameya dawî ya Rojên Ma Muzîkê li avahiya Zarok Ma yê ya navçeya Peyas a Amedê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Bername rastî eleqeyeke mezin hat û bi sedan kes tev li bernameyê bûn. Şagirtên Ma Muzîkê û Zarok Ma’yê performansên xwe yên perwerdehiyê yên heta niha dîtin pêşkêşî beşdarvanan kirin. Destpêka bernameyê tembûrjen derketin ser dikê û performansa xwe nîşan dan. Du re Koma Zarok Ma’yê derket ser dikê, bi stran û amûrên xwe guhdarvan mest kirin.    Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar ê pişt re axivî, xwest ku ew 50 salan wêdetir jî hunera xwe bigihînin zarokên welêt.    Piştî axaftina Kanîwar, piyanojen derketin ser dikê û tiştên ku hîn bûyî pêşkeş kirin. Her wiha çend zarokan jî bi kilamên kevneşopî yên di nava gel de weke “dengbêjî” û çanda kurdan ya dewlemend tên zanîn bi dengê xwe yên zelal stirîn. Pişt re Koma Xwezayî ya Ma Muzîkê ku ji hemû şagirtên wan pêk hatî derket ser dikê û bi çend stranên gelêrî perwerdehiya xwe ya salane pêşkeş kir.    Herî dawî Kanîwar beşdarvan vexwendin bernameya salvegera 2’yemîn a Zarok Ma’yê ku dê 6’ê tîrmehê de bê lidarxistin.   Bername bi dayîna dîplomayan ya şagirtên mezûn bûn bi dawî bû.