Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin 2023-06-20 09:02:57   STENBOL - Hunermendê NÇM'ê Ferît Elalmiş diyar kir ku dewlet tehemulî zimanê kurdî nake û got: "Em ê bi huner û çanda xwe, bersiva van qedexeyan bidin."    Muzîka kurdî, konser û çalakiyên bi kurdî, bi hincetên cur bi cur tên qedexekirin. Di 17'ê hezîranê de çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bêyî hincet were nîşandan ji aliyê Qeymeqamtiya Fatîh a Stenbolê ve hatibû qedexekirin. Lê NÇM'ê guh li vê qedexeyê nekiribû û çalakiya xwe li avahiya xwe li dar xistibû.    Ji hunermendên NÇM'ê Ferît Elalmiş, qedexekirina çalakiyên kurdî nirxandin.    Elalmiş diyar kir ku beriya hilbijartinê bi mehek du mehan NÇM'ê gelek çalakî organîze kirine û got ku desthilatê di pêvajoya hilbijartinê de çalakiyên wan asteng kiriye.    ‘EM Ê BERSIVA VAN QEDEXEYAN BIDIN'   Elalmiş destnîşan kir ku çalakiya wan a vê dawiyê jî bêyî hincet ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye qedexekirin û ev tişt gotin: "Ev, bi temamî tiştekî kêfî ye. Desthilatê ev qedexe kirine tebîet. Em bi van qedexeyan re ketin pêvajoyeke nû. Em ê tim rastî van qedexeyan bên. Rewşa heyî wiha nîşan dide. Lê çi dibe bila bibe, em ê bi her awayî çalakiyên xwe yên çandî li dar bixin. Em ê bi huner û çanda xwe, bersiva van qedexeyan bidin. Çi dibe bila bibe dê nikaribin me asteng bikin."    NETEHEMULKIRINA ZIMANÊ KURDÎ   Elalmiş diyar kir ku divê tu kes li ber van qedexeyên ferzkirî yên desthilatê bêdeng nemîne û got ku divê derdorên şoreşger û demokrat jî bêdeng nemînin. Elalmiş bilêv kir ku desthilat dixwaze bi van qedexeyan civakê çavtirsandî bike û got ku dewleteke ku ziman û çanda kurdî tehemul nake heye.    BANAGWAZÎ   Elalamiş têkildarî mijarê bang li gel kir û got: "Em dixwazin gelê me em bi tenê nehêlin û beşdarî çalakiyên me bibin û li dijî van qedexeyan hesas bin. Ez yeqîn dikim ku dê gelê me em bi tenê nehêlin."