Dîroka Anzeleyê hat tunekirin 2023-06-20 09:03:30   AMED - Bi germbûna hewayê re tevî hemû talûkeyan jî zarokên Amedê berê xwe dan Anzeleyê. Yûsûf Tûrcan anî ziman ku dîroka Anzeleyê tê tunekirin û xwest ku Anzele bibe cihekî dîrokî û turîstîk.    Anzele ku wextekê li ser wê efsane dihatin gotin û hawizê masiyan bû, niha bûye cih û warê kêfa zarokan. Çendî li ber Anzeleyê tabelaya "Baldar bin talûke û qedexe ye" hatiye bicihkirin jî, ji ber ku li Amedê hewa heya 35-40 pileyî germ dibe, zarok ji bo xwehênikirinê dikevin ava Anzeleyê. Ji ber ku li derdorê hawizên avjeniyê yên alternatîf tune ne, çendî talûke ye jî zarok ji bêgavî tên dikevin Anzeleyê.    Heya salên 1950'yî ji sê kaniyên avê yên girîng ên bajêr yek jê Anzele bû. Anzele, ji Deriyê Mêrdînê heya Baxçeyên Hewselê diçû, lê ji ber ku li bajêr avahî bi awayekî serobero hatin avakirin, piraniya Anzeleyê jî hat xitimandin. Yûsûf Tûrcan (65) ku li taxa Melîk Ahmedê ya Sûrê çêbûye û mezin bûye, behsa dîroka nêzîk ya Anzeleyê kir.   ‘EV NE HALÊ WÊ YÊ BERÊ YE'   Tûrcan bibîr xist ku Anzele berê mezbexane bûye û got ku dawiya wê jî tebeqxane bûye. Tûrcan der barê Anzeleyê de ev tişt gotin: "Ev der qadeke vekirî bû. Ax bû. Li vir cîgerfiroş hebûn. Dêyên me, xwişkên me dihatin vir hiriyê dijenandin. Hiriyê dişûştin. Kinc dişûştin. Ev, ne halê wê yê berê ye. Di cejnan de li vir li def û zirnê dihat xistin. Xelkê ji xwe re dilîst."    Tûrcan destnîşan kir ku kes li Anzeleyê ne miqate ye û wiha domand: "Li vir miqate nebûn. Ger lê miqate bûna, dê pir cuda bûna. Masiyên gelek mezin li vir hebûn. Bi goşt, cîger û hûr û pirzûran dihatin xwedîkirin. Wê çaxê ji wan re digotin, masiyên ziyaretê. Kes dest wan nedida. Ev der cihê kincşûştinê, jenandina hiriyê bû. Ev niha li Rihayê jî heye. Ma li wir zarok hene? Ev der cihekî turîstîk e. Bila şaredarî hawizekî gel çêbike û bila zar û zêç biçin tê de avjeniyê bikin. Ev der cihekî turîstîk e. Dîrokeke vir heye. Dîrokeke wê ya kevn heye. Kes behsa wê nake. Li vir derdê debarê tune bû. Tu pirsgirêk tune bûn. Her kes wekî hevalên hev bûn. Demildest divê guh li vir bikin. Çawa ku Rihayê çêkirine, divê vir jî çêbikin. Ma qey em ne layiqê tiştekî wiha ne? Bi salan e kes xwedî li vir derneketiye. Kirine beton û hiştine. DÊ bi kêrî çi bê?"