30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye 2023-06-29 10:11:13 WAN - Abdullah Babat ku 30 salan di girtîgehê de ma û piştre jî li Akademiya Hunerê ya Aryenê dest bi perwerdeyên nîgarê kir, wiha got: “Dema hûn şoreşekê dikin, hûn mecbûr in di qadên çand û hunerê de jî şoreşê bikin.”  Abdullah Babat, di sala 1992’yan de li Wanê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 30 salan di girtîgehê de ma. Di 15’ê nîsana 2022’yan de jî tehliye bû. Babat, niha li Akademiya Hunerê ya Aryenê perwerdeya nîgarê dide ciwan û zarokan. Babat, li girtîgehê hînî nîgarê bû û di nava 30 salan de pêş xist û niha jî vê tecrûbeya xwe bi ciwanan re parve dike. Babat, got ku hem perwerdeyê dide hem jî hîn dibe. Babat, piraniya dema xwe li atolyeyê derbas dike û heta niha bi sedan tablo çêkirine. Em jî têkildarî pêvajoya girtîgehê û girîngiya çand û hunerê bi Babat re axivîn.    BINGEHA ÇAND Û HUNERÊ   Babat,  da zanîn ku di 19’ê nîsana sala 1992’yan de li Wanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Babat, li gorî rêzê li girtîgehên Wan, Amed, Mûş, Çankiri û Tekîrdagê ma. Dadgehê 26 sal cezayê hefsê da Babat û beriya Wanê ji ewil li Amedê û piştre jî li girtîgeha Çankiriyê hate sewqkirin. Babat, Girtîgeha Çankiriyê ji bo xwe weke “dibistan, zanîngeh, cihê ez lê mezin bûme” pênase dike û bingeha xebatên xwe yên çand û hunerê jî li vir ava dike.    Babat, wiha qala wê pêvajoyê dike: “Ez hem li wir (Çankiri) mezin bûm hem jî têgehiştina min pêş ket. Bandorekî mezin a wê girtîgehê li ser min çêbû. Eleqeya min a ji bo çanda kurdî, dengbêjî, muzîk û folklorê wê demê dest pê kir. Di 17 saliya xwe de hatim girtin. Ciwantiya min li Çankiriyê derbas bû û hemû aliyên min ên hunerî jî li wir pêş ketin. Dema li girtîgehê di ekîba folklorê de min cih digirt. Min li wir xwe di qada çand û hunerê de pêş xist. Piştre jî hatim girtîgeha Mûşê. Hevalên li wir nîgar çêdikirin. Min jî firçeyên wan dişûşt, li cem wan disekinîm û hewl dida hîn bibim. Wê demê li ser televîzyonê nîgarvan Bob (Ross) hebû û bandorekî mezin li min dikir. Bernameya wî 40 deqe bû û hefteyê carekî bû. Û min hemû bernameyên wî temaşe kirin. Bi vê yekê re mereqa min a bo nîgarê zêde bû.”    HEM HÎN DIKE HEM JÎ HÎN DIBE   Babat ku qebîliyeta xwe ya çêkirina nîgaran li girtîgehê pêş xist, tevî derfetên pir kêm jî xebatên xwe yên hunerê domand. Herî dawî sirgunî Girtîgeha Tekîrdagê hate kirin û heta roja tehliyeya xwe jî her tim wêne xêz kir. Piştî ji girtîgehê derketî, çû Akademiya Hunerê ya Aryenê û dest bi dayîna perwerdeyê kir. Babat, wiha dibêje: “Min her tim dixwest resman çêbikim. Heke careke din bên dinyayê, dê bala xwe bidim ser resman û vê bikim. Piştî girtîgehê hatim Aryenê. Hem hîn dikim hem jî hîn dibim. Dixwazim demek piştre pênûsrejiyê bikim û hunera xwe hinek pêş bixim.”    FIKRÊN XWE LI TUWALÊ XÊZ KIR    Abdullah Babat   Bi domdarî Babat got ku girtîgeh û huner tiştên pir dijberî hev in û ev rewş wiha vegot: “Zindan, cihê tecrîdkirina mirovan e lê huner qadekî azad e. Lê ji bo me zindan û huner pir watedartir dibe. Zindan, ji bo tunekirin û jiholêrakirina mirovan hatine avakirin. Dema te dixin zindanê, dixwazi tu hestên xwe winda bikî û ji her tiştekî dûr bikevî. Lê huner tam berevajî vê ye û dema tu pê re eleqedar dibî, tu tiştekî pir cuda diafirînî. Li cihê ku dixwazin te tune bikin, tu fikr û nêrîna xwe li tuwalê xêz dikî. Her çende ku zindan û huner du tiştên pir dijberî hev jî bin, em dizanin ku bingeha hunera me hinek jî li zindanê hata avakirin. Girtîgeh ji hêlekî ve jî cihekî wisaye ku me veguherandiye cihê hunerê. Êdî bûna parçeyeke me û hunera me. Zindan û huner ji hev hez nakin lê tu wan li ser tuwalekê tînî ba hev. Mîna li ser wê tuwalê, tu girtîgehê ji her alî ve vediguherînî qada berxwedan û hunerê. Dema bi hunerê re eleqedar dibî, j her alî ve pêş dikevî û watedartir dikî. Hunera ku bandoreke wê ya wiha mezin li ser civak û şexs, bêguman di mijara guherîn û veguherînê de bi rolekî radibe.”    ‘MIN HER TIM TIŞTÊN XEYALA WAN DIKIR XÊZ KIRIN’   Di berdewamê de Babat diyar kir ku dema ketî girtîgehê xwendin û nivîsandina wî tune bû û wiha pê de çû: “Li wir hînî kurdî bûm, hînî nivîsandin û xwendinê bûm. Girtîgehê di zêhn û hestên min de guherînên mezin çêkir. Ez guherandim û veguherandim. Vê veguherînê yekser eleqeya xwe bi hunerê heye. Her çend ku tu dinyaya derve weke qadeke dijîtal bibînî jî, bi rêya hunerê tu li wir dinyayekî ava dikî. Yek ji tişta herî girîng a veguherandina civakê, huner e. Îşkence û her cureyên zilmê li girtîgehê hene. Lê ev ruh te li ser pêyan digire. Di nava vî ruhî de têkoşîn, helbest, muzîk û huner heye. Ev ruh; heke tu 40 salan jî di girtîgehê de bimînî te li ser pêyan dihêle. Her ku bi hunerê mijûl dibî; hest û wateya tu didî jinê û her tiştekî di jiyana te de diguhere. Bifikire ku bi sala ye di girtîgehê de yî, hûn bêriya gundê xwe, rûbarê xwe, çiya û xwezaya xwe dikin. Dema hûn vê difikirin, hûn vê xeyal dikin û resma wê xeyalê xêz dikin. Dema min menzere xêz dikir gelek hevalan rexne li min dikirin. Dixwestin ku ez terzê xwe biguherînim. Lê tu çi bikî jî nikarî wê devera tu lê jiyayî ji bîra xwe derxînî. Berevajî vê, hîn bêhtir xeyala wê dikî û xêz dikî. Rexneyên wan rast bûn lê dema xeyal dikî dest bi xêzkirinê dikî. Min her tim tiştên xeyala wan dikir xêz kirin.”    ŞOREŞA ÇAND Û HUNERÊ     Babat, dibêje ku şoreşa kurdan tu carî nekarî bi xwe re şoreşeke çand û hunerî bîne û divê ev mijar her tim mijara xwerexnekirinê be û ev tişt anî ziman: “Civakeke hunera wan tune, nabe û heta fikra wê jî pir xerab e. Têkoşîneke 50 salan heye, bedelên giran hatin dayîn lê me tu carî nekarî vê têkoşînê bi hunerê re bînin ba hev. Heke dema şoreşê dikî tu nekarî aliyên wê yên çand û hunerê xurt bikî, dê mîna mirovekî seqet bisekine. Ji bo me ev yek cihê xwerexnekirinê ye. Diviya bandoreke ewqas bedelan a li ser hunerê hebûya. Lê mixabin çênebû. Heke hûn tevî ewqas bedelan jî nekarin hunerê biafirînin, wê dem hêza we ya veguherandina civakê jî qels dibe. Şoreşa çand û hunerê jî yek ji mezintirîn şoreşan e. Dema hûn şoreşê dikin, hûn neçarin ku di qadên çand û hunerê de jî şoreşê bikin. Weke mînak, di salên 90’î de Koma Berxwedan bandoreke pir mezin çêkir ne wisa? Wî ruhî di nava ciwanan de ruhê şoreşê afirand. Em dibînin bê ka muzîk jî li ser civakê çiqas bibandor e. Mixabin piştî salên 2000’î paşve ketin. Heke hûn bixwazin civakekî veguherînin, bêguman têkoşîn bingeha vê ye lê di vê veguherînê de bandora herî mezin çand û huner dike.”    AVAKIRINA CIVAKA POLÎTÎK    Babat, got; “Tevî ewqas salan heke me nekarîbe civakê estetîze bikin, wê demê ev yek mijara xwerexnekirinê ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civaka polîtîk û estetîka wê dikare li ser hunerê were avakirin. Ji bo pergalek xwe li ser pêyan bigire, divê çand û hunera wê xurt be. Li derve her tişt guherî ye û her tişt bûye tişteke din. Me li girtîgehê dixwend, hîn dibûn, li ser civakê nîqaş dikirin. Lê cihê em jê derketin û cihê me nîqaş li ser dikir heman cih nîne. Dema derketîm bi hevalekî re diaxivîm. Min jê re got; ‘heta ew çiyayên me li pey xwe hiştin jî guherî ne.’ Anku êdî hesta civak û mirovan jî guherî ye. Piştî ji girtîgehê derketîm, bênavber digerim, dinêrim û temaşe dikim. Em li Wanê geriyan û bûm şahid ku tenê avahiyek neguherî ye. Di mijara hînbûnê de civak gelek pêş ketiye lê ne hînbûneke wisa ye ku weke gel me di oxira wê de ewqas bedel daye. Hînbûnekî bi zanebûn nîne. Divê em pirsa çima wisa bû, civak çima ketiye vê rewşê em ji xwe bikin. Di tu şoreşên cîhanê de tu gelan bi qasî vî gelî bedel nedan, bi qasî vî gelî tênekoşiyan û li ber xwe nedan. Lê têgehiştineke hêjayî vê têkoşînê çênebûye. Weke civak, em li hemberî şoreşa heyî pir paşve man û kêm man.”    TEKANE ARMANC WΠ     Babat, bi lêv kir ku dê perwerdeya nîgarê bidomîne û axaftina xwe wiha qedand: “Li vir ji bo nîgarê eleqeyek heye. Ez jî bi qasî hêza xwe hem resman çêdikim hem jî hîn dikim. Tekane armanca min ew e ku ji bo pêşketina hunerê para min jî hebe. Hewcehî bi şoreşa zîhniyetê heye. Ji bo vê jî hewceye civak têbikoşe. Di navbera salên 90’î û 2000’î de pir ferq heye. Dema em diçin malekê, ciwanekî piştî salên 2000’î ji dayik bûyî li quncikekî rûdine, bi telefonê û tiştên pir cuda mijûl e lê yên salên 90’î li ser siyaset û çandê diaxive. Dev ji civakê berde, heta di navbera kesên malê de jî ferq û cudahiyekî ewqas mezin çêbû. Ev yek jî min pir diêşîne. Divê ji bo sererastkirina vê rewşê her kes bikeve nava hewldanan. Gotina min a dawî ev e; heke dengê min bibihîsin, ez ji hevalên xwe yên li girtîgehê re silavan dişînim û min gelek bêriya wan kiriye.”    MA / Adnan Bîlen - Bêrîvan Kutlu