Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir 2023-07-09 09:13:31   ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên kursên perwerdehiya serdema nû ya ziman kir. Hevserokê komeleyê Cahît Akil bang li malbatan kir ku zarokên xwe bînin qeyd bikin.    Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê xebatên xwe yên ziman û çandî dide meşandin, dest bi qeydên kursên serdema nû ya perwerdehiya kurdî kir. Qeydên ku 20'ê hezîranê hatine destpêkirin wê heta 16'ê tîrmehê bidomin. Hevserokê Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil bang li xwendekar û malbatên zarokan kir ku ku ji bo perwerdehiya ziman serî li komeleya wan bidin.   KURSÊN ZIMAN Û ÇANDÊ BI HEV RE TÊN LIDARXISTIN   Cahît Akil diyar kir ku qeydên kursên wan mehek in didome û got ku ne tenê di qada ziman de di heman demê de, di qada çandê de jî kursên wan hene. Akil destnîşan kir ku weke komeleyê di vê dema borî de perwerdehiya sê polên asta yekemîn qedendine û wiha got: “Perwerdehiya van qediyaye û di vê dawiya heftê de ezmûnên wan hene. Xwendekarên me yên ku bi ser bikevin jî em ê bawernameyên wan bidin. Niha di asta yekemîn de jî 14 xwendekarên me amade ne. Pola me ya asta duyemîn jî ji 15 xwendekaran pêk tê. Kursên me vê heftiyê dest pê dikin, lê qeydên me yên ji bo demsala havînê didomin. Ji bo amadekirina pola zarokan amadekariyên me hene. Dema ku amadekariyên me qediyan em ê dest bi perwerdehiyê bikin. Me di vê çarçoveyê de xebatên xwe meşandin. Her weke din qeydên me û qursên me yên çandê jî didomin. Di vê qadê de jî qeydên tembûrê, defê me dane destpêkirin. Ciwanên me yên ku dixwazin di aliyê çandê de xwe pêşve bibin em dixwazin ku serî li me bidin."   GIRÎNGIYA ZIMAN    Akil bal kişand ser giringiya ziman a li ser civakê û got: "Ji bo pêşxistina ziman û xwedî derketina çandê û ziman hebûna komeleya Birca Belek a li vir ji Cizîrê re, ji ciwanên me re û ji civaka me re fersendek e. Ji ber wê daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo kursên ziman, çand û hûnerê serî saziya me bidin. Ziman bingeha jiyana netewî ye, ziman bingeha hişmendiya civakî ye. Heke ku em giringiyê nedin ziman, wê ev nîşan bide ku em giringiyê nadin hişmendiya netewî. Jixwe di aliyê fermî de di dibistanan de ji bo ku em perwerdehiyê bidin derfetê me nîn e. Zimanê kurdî di qada fermî de weke zimanê hilbijêr derbas dibe. Lê ev ji bo fêrkirina ziman têre nake. Ev rewş xapandin e. Ji bo ku em pirsgirêkên hene ji holê rakin hewcedarî bi kursên mayînde hene. Ji ber wê jî em weke komeleya ziman kursên xwe ast bi ast çêdikin. Xwendekarên ku serî le saziya me dide destpêkê di asta yekemîn de dest bi perwerdehiyê dike. Piştre ast bi ast didome. Ji ber wê jî bi taybetî xwendekarên di dibistana seretayî dixwinin bila bên serlêdanê bikin da ku ji ziman û çanda xwe dûr nemînin. "   ‘ZIMAN QELS BE XEBAT JÎ QELS DIBIN’    Akil daxwaz kir ku her welatiyek di hêla ziman de bi berpirsyar tevbigere û ji bo perwerdehiyê serî li wan bidin û ev bang kir: “Xwendekarên ku tên li vir di qada çand û ziman de, di wan de bawerî çêdibe. Di qadên din de jî serkeftî dibin. Ji ber wê divê ku em bi vî esasî nêzî ziman bibin. Heke ku di hêla ziman de em xwe baş perwerde nekin em di mijarên din de jî lawaz dimînin. Ji ber wê ziman bi giringiya xwe ve di asta yekemîn de ye. Ji ber wê divê ku em girîngiyê bidin ziman. Heke ku em xwedî li ziman xwe dernekevin û em ê di gelek aliyên din de jî kêm bimînin. Bi vê minasebetê ez bang li jinan, ciwanan û zarokan dikim ku bên serî li saziya me bidin."