Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin 2023-08-02 09:06:00   MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê ku îsal dê cara duyemîn were lidarxistin banga tevlibûnê kir, anî ziman ku dê mîhrîcaneke gelek pir rengîn û pir bawerî be.   Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi pêşengtiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û Komeleya Parastina Xwezayê û Mekanê Xizir wê “2'yemîn Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê” bê lidarxistin. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de ku wê îsal di 5, 6 û 7’ê tebaxê de li Tirba Pîr Seyît Nesîmî panela li ser baweriya Elewîtî û Elewîtiyê bê lidarxistin û di bin 9 sernavên bingehîn de nîqaş bên meşandin. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de wê şano bê pêşandan û muzîk, dengbêjî û helbest bên guhdarkirin. Mîhrîcan dê di roja dawî de li Meqamê Kaniya Xizir bi lawje, dua, gulbenkan û belavkirina lokmeyan bi dawî bibe. Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan ku organîzatora festîvala ku wê gelek siyasetmedar, aktîvîst, nivîskar, helbestvan û hunermend tev li bibin got, tevlibûna gel girîng e.    ‘PIR RENGÎN PIR BAWERÎ’    Dogan, anî ziman ku di roja ewil a mîhrîcanê de dê dergahên Rêya Heq bên ziyaretkirin, di roja duyemîn de panel, konser, şano û guhdariya helbestan bên kirin û di roja sêyemîn de jî di turbeyan de wê loqme bên belavkirin. Dogan, diyar kir ku mevanên tên dê ji aliyê gel ve bên pêşwazîkirin û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re mevanên xwe yên ji derve tên pêşwazî bikin û dê di wê mijarê de kêmasiyek çênebe. Dê di panelan de di qada jin û ekolojiyê de mevanên me çêbibin. Bi taybetî me plan kir ku li ser jin, xweza û baweriyê mîhrîcanekê li dar bixin. Aktîvîte dê zêdetir di roja duyemîn de pêk bên. Şano, konser û panel dê di heman rojê de bên kirin. Em ê rojên pir rengîn, pir bawerî di nav xwezayê de û bi hev re derbas bikin.    ‘WATEYA RÊ JIN E’    Dogan, anî ziman ku baweriya Rêya Heq rêyeke û anî ziman ku rê dayik û jin e û anî ziman ku bi wateya rê re cihê jinê yê di vê baweriyê de digirin dest û anî ziman ku dê pêşkeşiyeke gelek girîng bikin. Dogan, anî ziman ku di mijarên xweza, jin û baweriyê de dê pêşkeşiyên girîng bên kirin û da zanîn ku her wiha li bendê ne ku tevlibûneke jinan a zêde hebe.    BANGA TEVLIBÛNA MÎHRÎCANÊ    Dogan, bal kişand ku mîhrîcanên baweriyê ji aliyê walîtî û qeymeqamtiyê ve tên astengkirin, mînakeke vê li Xarpêtê qewimî û wiha berdewam kir: “Ji bo ku mîhrîcanan asteng bikin gelek hincetan diafirînin lê di vê mijarê de ne serkeftî ne. Ji ber mîhrîcana ‘bawerî û xwezayê’ ye di encama daxwazên me yên biisrar de destûrê distînin. Dema em dikin gelek zehmetiyê dikişînin lê ji bo lidarbixin tişta ji destê me tê dikin. Ev mîhrîcan ji bo gelek girîng in. Ev bawerî demekî dirê bi bişaftin û tunehesibandinê re rûbirû man. Îro me peywîrek girtiye ser xwe ku baweriya xwe hin berbiçavtir û zindî bikin. Di vê çarçoveyê de hem ji bo danasîna ziyaretgahên me bê kirin, di civakê de wateya xizmetên ew dikin çiye xebat û serdan dê bên kirin.”   Dogan, destnîşan kir ku divê her kesên ku xwedî li bawerî, xweza, jin û çandê derdikevin tev li mîhrîcanê bibin û bang li her kesî kir ku di mihrîcanê de hevkariyê bikin û xwedî li baweriyê derkevin.    MA / Rûken Polat