Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin 2023-08-06 15:42:04   DÊRSIM - Di panela “Li Dêrsimê hilberîn, pirsgirêkên aboriyê û pêşniyarên çareseriyê” de hat destnîşankirin ku divê qadên madenan bên girtin û xelk berê xwe bide zozanan.    21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê bi dirûşma “Em li dijî talankeriya madenvaniyê xweza û jiyanê diparêzin” tê lidarxistin. Roja çaremîn û dawiyê ya mîhrîcanê bi çalakiyên cuda didome. Bernameya ewil a mîhrîcanê bi panela “Li Dêrsimê hilberîn, pirsgirêkên aboriyê û pêşniyarên çareseriyê”dest pê kir. Panel, li Kolana Hunerê hate lidarxistin û moderatoruya wê jî Canan Bayoglû kir. Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dêrsimê Hasan Huseyîn Coşkun, Serokê Odeya Esnaf û Zinaetkaran a Dêrsimê Hidir Belîce, Serokê Odeya Zîraetê Suleyman Uluç, Serokê Yekitiya Mêşvanan a Dêrsimê Kazim Dogan û Serokê Yekitiya Xwedîkirina Mîh û Bizinên Tovî ya Dêrsimê Zeynel Erdogan di panelê de weke axêver cih girtin.    Moderator Bayoglû, diyar kir ku madenvaniya li Dêrsimê bandoreke neyînî li ser sewalkarî, aborî û mêşvaniyê dike. Bayoglû got ku heke zozanên Dêrsimê bi kar bînin dê bibin yên wan. Nexwe dê terkî madenvaniyê bên kirin.    COŞKUN PÊŞNIYARÊN ‘PÊŞKETINÊ’ KIR    Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dêrsimê Hasan Huseyîn Coşkun ji bo pêşketina aboriyê çendek xal rêz kir. Coşkun, wiha domand: “Potansiyela turîzmê roj bi roj zêdetir dibe. Lê bi amatorî pêş dikeve. Divê em biryarê bidin bê ka dê vî karî bikin an na. Divê li fikrên hemû dînamîkên herêmî bê guhdarîkirin. Pîşesaziya biorganîze heye. Pirsgirêkên vê pîşesaziyê yên weke rê û ceyranê hene. Ji bo sererastkirina vê jî pereyeke zêde hewce dike. Her wiha pirsgirêka îstîhdamê heye. Ji bo bazirganiyê hewcehî bi çêkirina pirên Erzîngan, Xarpêt, Pilemûriye û Pêrtagê heye. Divê li navçeyan jî em girîngiyê bidin çandinî, bawerî û turîzma zivistanê. Heke bi rastî jî em xemê ji vî bajarî bixwin, divê li odeyên pîşeyan guhdar bin.”    ‘DIVÊ EM HILBERÎNIN’   Serokê Odeya Esnaf û Zinaetkaran Hidir Belîce jî diyar kir ku divê pirsgirêk bi aqileke hevpar bên çareserkirin. Belîce, got ku di demên dawî de ciwan diçin Ewropayê û wiha pê de çû: “Sedemên vê yên weke civakî, siyasî û aborî hene. Di bingeha pirsgirêkan de jî hilberîn, îstîhdam û bihabûn heye. Ev yek berê hilberîner û mezexêran dide hev. Divê em hilberînin û mercên hilberandinê biafirînin.”    'BILA OTV WERE RAKIRIN’   Serokê Odeya Zîraetê ya Dêrsimê Suleyman Uluç jî anî ziman ku çandiniya li welat di rewşeke xerab de ye û wiha domand: “Ji ber polîtîkayên xelet ên çandiniyê, hilberînerên me nema dikarin hilberînê bikin. Bihayê mazot û gubre zêde dibe. Lewma gelek hilberînerên me qadê vala dihêlin. Dinya alem piştgiriyê dide cotkarên xwe lê em nadin. Divê alîkariya mazot û gubreyî bidin cotkarên Dêrsimê. Hewceye OTV’a li ser van bê rakirin. Rê û golên zom û zozanên Dêrsimê nînin. Em dixwazin bên çêkirin. Divê hemû zozan bên vekirin û kesên ji derve sewalkariyê dikin neyên van deran. Em dizanin ku li bajarê me destûrname dane 147 qadên madenê. Em dixwazin ev qadên madenê bên girtin. Nexwe dê zirarekî mezin bigihije cotkarên me.”    'ZÊDETIR HINGIVÊ HERÊMÎ BIKIRIN’   Serokê Yekitiya Mêşvanan Kazim Dogan jî ev tişt anî ziman: “Li bajarê me 700 endamên çalak ên mêşvaniyê hene. Divê piştgiriya ji bo wan zêde bibe. Divê li bajar ‘mala hingiv’ were avakirin. Her wiha divê kooperastîfvanî bê zêdekirin. Aliyên zehmet ên hilberînê tên paşguhkirin. Divê li dijî talana madenvaniyê em li wan deran bin. Sewalkar û mêşvan li gundên hatine valakirin hene. Lewma em wiha bi rehetî li dij derdikevin. Divê esnaf û mezexêr zêdetir hingivê herêmî tercîh bike.”    Serokê Yekitiya Xwedîkirina Mîh û Bizinên Tovî ya Dêrsimê Zeynel Erdogan jî wiha got: “Heke Çiyayê Helê û Cevîzlîdere li pêşiya madenvaniyê bê vekirin, dê rê li ber 3-5 hezaran sewalan bê girtin. Em niha kîloya penîr bi 80 lîreyan dikirin lê hûn nikarin bi 250 lîreyan jî bikirin. Ji bo vê hewcehî bi kooperatîfan heye. Lê Dêrsimê goşt, penîr û hingiv heye. Heke ev xureke yê me be, wê demê divê odeyên li vî bajarê înîsiyatîfê bigirin û pêşkeşî mezexêran bikin.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.