Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran 2023-08-07 09:00:57 AMED - Perwerdekarê Ma Muzîkê û Hunermend Neşet Guçmen ku di Konservatûara Bajêr a Aram Tîgran de jî perwerdekarî kiriye, di salvegera mirina Tigran de wiha got: “Di stranên Aram Tîgran de evîn, coş, şahî, xemgînî, şoreşgerî tev hebûn û gava mirov behsa Aram Tîgran dike xwişk û biratî, azadî û şoreşgerî tê bîra mirov.”   Bi ser koça dawî ya hunermendê nemir Aram Tîgran ku di tevahî jiyana xwe de 14 qaset derxistine, 14 sal derbas bûn. Aram Tîgran di nava gelê kurd û ermen de weke “kevoka aştiyê” tê pênasekirin û bi zimanê her du neteweyan jî sitriye. Malbata Tîgran, di Qirkirina Ermenan ya 1915’yan de ji hêla malbateke kurd ve hatiye xelaskirin. Malbata Tîgran, li gundê Bandê yê girêdayî navçeya Sasona Êlihê bi cih bûn û demekê jiyana xwe li wir berdewam kir. Ji demekê şûn ve koçî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir û Aram Tîgran jî di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayîk bû. Aram, di 9 saliya xwe de dest bi lêdana ûdê kir û bi hunera xwe gav bi gev pêş ket. Aram ê ku dilê gelê kurd û ermen de cihekî taybet girtî, piştî sala 1966’an koçî paytextê Ermenîstanê Erîvanê kir û 18 salan di Radyoya Erîvanê de xebitî. Piştî demekê Aram ku bi cimbuşê tê naskirin, di bernameyekê de ev hevoka navdar gotibû “Heke careke din bêm dinyayê, çiqas tank, tifek û çek hebin ez ê hemûyan bihelînim bikim, tembûr, cimbuş û zirne”.   Aram, piştî xebatên xwe yên di Radyoya Erîvanê de, di sala 1995’an de koçî paytexta Yewnanîstanê Atînayê kir û li wir bi cih bû. Aram di jiyana xwe ya 75 salan de 230 stranên kurdî, 150 erebî, 10 suryankî û 8 jî yewnanî stran gotin. Her wiha bi zimanê tirkî, suryanî, zaraveya kurmançkî jî stran xwendiye.    ‘MIN LI AMEDÊ VEŞÊRIN’   Cara ewil di sala 2006’an de ji bo mîhrîcanekê hat Amedê û bi secdê serdana gundê ku bavê wî lê hatiye dinê kir. Di sala 2009’an de li Amedê ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatibû nexweş ket û li nexweşxaneya ku lê hate dermankirin anjîyo bû. Di 8'ê tebaxa 2009'an de jî li nexweşxaneyeke li Yewnanîstanê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta wî ew bû ku li Amedê bê veşartin, lê ji ber ku ew ne hemwelatiyê Tirkiyê bû, daxwaza wî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hat redkirin û li Brukselê hat veşartin. Di merasîma veşartinê de axa ku ji Amedê anîn rijandin li ser gora wî û Aram Tîgran bi axa Amedê xatir ji malbat, heval, hogir û hezkiriyên xwe xwest.   QEYÛM KONSERVATÛARA KU BI NAVÊ WÎ HATIBÛ VEKIRIN GIRT   Piştî wefata hunermendê mezin Aram Tîgran, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de di sala 2010’an de Konservatuara Bajêr a Aram Tigran hat avakirin. Lê konservatuara ku bi sedan xwendekarên wê hebûn, di mijdara 2016’an de ji aliyê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin ve hate girtin. Piştî girtina Konservatûara Bajêr a Aram Tîgran, Ma Muzîk hat avakirin û mamosteyên konservatûarê li wir perwerdekirina zarokên welêt berdewam kirin. Perwerdekarê Ma Muzîkê Neşet Guçmen ku di Konservatûara Bajêr a Aram Tîgran de jî xebitiye û Aram Tîgran gava hatiye Amedê nas kiriye, di derheqê muzîka Aram Tîgran de bi me re axivî.   ‘WATEYA HUNERMENDIYÊ TAM TIJE DIKIR’   Guçmen, bi bîr xist ku bavê wî dengbêj bû û wî cara ewil stranên Aram Tîgran ji bavê xwe bihîstiye. Guçmen, anî ziman ku gava têkiliya wî bi muzîkê re çêbû, tevahî stranên Aram Tîgran guhdar kiriye û ew naskiriye. Guçmen, diyar kir ku gava Aram Tigran hatiye mîhrîcana Amedê jî ew naskiriye û 3 roj bi hev re derbas kirine. Guçmen, da zanîn ku Aram Tîgran wateya hunermendiyê tam tije dikir û wiha got: “Pir mirovek mutewazî bû. Em di saziya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê de di civatekê de  rûniştibûn. Min ji mamoste Aram Tîgran re got ‘Mamoste ez bi salan e stranên te dibêjim.’ Wî jî got ‘Tu zêdetir kijan strana min hez dikî’, min jî got “Strana Şev Çû ez pir hezdikim’ û mamoste jî dest da cimbuşa xwe ji me re strana Şev Çû got. Piştî vê li ber çavên min bû xwedî cihekî taybettir.”   MEQAMÊN MUZÎKA ARAM TÎGRAN   Guçmen, bi lêv kir ku Aram Tîgran piranî meqama beyatî ku ji perdeyên gerdaniye, mûhayyer, newrozî hwd. pêk tê, bi kar aniye û lewma tama gelêrî di stranên wî de heye. Guçmen da zanîn ku hem peyv hem jî melodiya hunera Aram Tîgran gelêriye û ji ber vê yekê jî gelek tê hezkirin. Guçmen, bi domdarî wiha got: “Tevahî stranên wî melodîk in û pir nêzî gel in. Hem peyv hem jî melodiya stranên xwe pir hêsan nivîsandiye. Her wiha meqamên din jî bi kar aniye lê herî zêde stranên xwe meqama malbata beyatî gotiye.”   ‘GAVA MIROV BEHSA ARAM TÎGRAN DIKE AZADÎ TÊ BÎRA MIROV’   Guçmen, destnîşan kir ku Aram Tîgran li Qamişlo, di nava kurdan de zarokatiya xwe derbas kiriye û lewma zêdetirî çanda muzîka kurdî girtiye. Guçmen, diyar kir ku piştî têkiliya wî ya bi Ermenistanê re çanda ermenan jî girtiye. Guçmen, anî ziman ku di hunera Aram Tîgran de têkiliya kurd û ermenan xurt e û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Mirov nikare bibêje ku, Aram Tîgran tenê stranên evîniyê gotiye. Di stranên wî de evîn, coş, şahî, xemgînî, şoreşgerî tev hebûn. Gava mirov behsa Aram Tîgran dike xwişk û biratî, azadî û şoreşgerî tê bîra mirov.”   ‘HER STRANEKE WÎ KLASÎKEK E’   Guçmen, bal kişand ser taybetmendiya Aram Tîgran û da zanîn ku ev taybetmendî dîsa ji aliyê muzîkalê ve tê. Guçmen, diyar kir ku wî jî piranî meqamên kurdan bi kar aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê bakûrê Kurdistanê, başûr, rojhilat, rojava û soran, goran, kurmanc, zaza çar milên Kurdistanê ji Aram Tîgran hez dikin. Ji ber ku li gor xwezaya kurdan stranên xwe çêkirine. Gava mirov Aram Tîgran guhdar dike, mirov xwe guhdar dike. Perçeyek gelê kurd bû, mirov nikare tenê aliyê wî yê ermenî bigire dest. Her wiha yekî ermen, stranên kurdî dibêje û evqas zêde tê hezkirin, bi min ev şoreşeke gelek mezin e. Her straneke wî klasîkek e. Kurd çend di cihanê de hebe, wê mamoste Aram Tîgran jî ewqas hebe û bijî.”   ‘HEKE BIPERDE BE BISÎNOR DIBE’   Guçmen, da zanîn ku Aram Tîgran bi ûdê dest bi muzîkê kiriye û dû re cimbuş lêdaye. Guçmen, anî ziman ku ûd amûreke pir nerm e û di nava civakê de pir dengê wê dernakeve. Guçmen, diyar kir ku piştre Aram Tîgran dest bi cimbuşê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava civakê de cimbuşê akûstîk lêdide û ji ber ku dengê cimbuşê zêde ye têkiliya wî û cimbuşê xurttir dibe. Cimbuşa Aram Tîgran bêperdebû. Gelên Rojhilata Navîn tevahî stranên xwe bi meqaman dibêjin. Pirtir di nava stranên xwe de dengan bi kar tînin. Bêperdebûyîn zêdetir derfet dide hunermend ku hîs, fikir û ramanê xwe bîne ziman. Heke biperde be bisînor dibe. Lewma bêperde be, tu rihetî êş û elemên xwe, kêf û şahiyên xwe dikarî bînî ziman. Lewma di destpêkê de min got tam û bêhna gelêrî ji peyv û melodiya wî tê.”   MA / Bazîd Evren