Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket 2023-08-13 11:04:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 24’an a Kovara Jinê bi manşeta “Hedefa nû ya desthilatê: Mafê nefeqeyê” derket.    Hejmara 24’an a Kovara Jinê bi manşeta “Hedefa nû ya desthilatê: Mafê nefeqeyê” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Di hejmara nû de Semra Balyan bi nivîsa xwe ya “Dixwazin xizantiya jinê bi rêya qanûnan jî kûrtir bikin” balê dikişîne ser qanûna nû ya desthilatdariyê ku di 31’ê tîrmehê de xistiye meriyetê û vedibêje bê ka çima jin li dijî xespkirina mafên xwe û vê qanûnê derdikevin. Oya Açan jî bi nivîsa xwe ya “Daristana Jinan, jinên daristanê” ji Cûdî heta Akbelenê balê dikişîne ser çalakiyên ekolojiyê û berxwedanên gel.    Nivîsa Yavor Tarinsk ya bi sernavê “Konseyên ekoolojiyê: Li Mezopotamyayê stratejiyên ji nava gel tên” ku hatiye wergerandin, qala xebatên ekolojiyê yên mînak ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Meltem Încî di hejmara vê hefteyê de bi nivîsa xwe ya “Halê mirovxweriyê yê ‘tundiya flortê’” bakê dikişîne ser filmê Fresh û tundiya florta mêr a di filmê de.    Esma Kaya Ceylan jî di nivîsa xwe ya “Gelo ma hemû çîkolata şirîn in?” de qala zilma li piştperdeya “çîkolatayên destê birî” yên li Belçîkayê tên hilberandin dike.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Dixwazin xizantiya jinê bi rêya qanûnan jî kûrtir bikin  / Semra Balyan   * Daristana Jinan, jinên daristanê / Oya Açan   * Konseyên ekoolojiyê: Li Mezopotamyayê stratejiyên ji nava gel tên / Yavor Tarînsk   * Halê mirovxweriyê yê ‘tundiya flortê’ / Meltem Încî   * Gelo hemû çîkolata şirîn in? / Esma Kaya Ceylan