Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin 2023-11-02 09:01:19   STENBOL - Endamê Komîsyona Çandê ya HEDEP'a Avcilarê Emrûllah Îrîs anî ziman ku çanda kurdî hatiye dorpêçkirin û got ku dê "Şevbêrka Dengbêjan" li dar bixin.    Dê Organîzasyona Seyme û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Avcilar a Stenbolê, di 9'ê mijdarê de li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya li Avcilarê "Şevbêrka Dengbêjan" li dar bixin. Dê Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî tev li şevbêrkê bibin.    Endamê Komîsyona Çandê ya HEDEP a Avcilarê Emrûllah Îrîs diyar kir ku her diçe çanda kurdî tê tunekirin û got ku ew jî hewl didin li dijî vê qirkirinê û ji bo parastina çanda kurdî çalakiyên wiha li dar bixin.    Îrîs destnîşan kir ku pêdivî bi çalakiyên ji bo parastina çanda gelê kurd heye û got ku dengbêjî bi taybetî di warê mîrateya kurdan de pir girîng e. Îrîs anî ziman ku dengbêjî pir bala ciwanan nakişîne û got: "A rast sedema vê jî, bandora dagirkirina çandî ye. Dengbêjî çanda bi hezaran salan a kurdan e. Ji bo ciwan xwedî li vê çandê derkevin, em wekî partî çi ji destê me bê em ê bikin."    ÇANDA DEVKÎ   Îrîs diyar kir ku dengbêjî çandeke devkî ye û got ku gotin di dîn û çandên cuda de pir esas hatiye girtin. Îrîs wiha domand: "Mesela di Încîla Yûhanna de wiha tê gotin, 'Destpêkê gotin hebû. Gotin bi Xwedê re bû.' A rast ev yek jî nîşan dide ku gotin çiqas girîng e. Kurd jî yek ji wan gelan e ku girîngiyeke mezin didin gotinê û di çanda xwe de didin der."   ‘KURD DIVÊ JI BO NIRXÊN XWE HEWL BIDIN'   Îrîs anî ziman ku di demên dawî de çanda kurdî hatiye dorpêçkirin û rengên kurdan, konsertên wan û şanoyên wan tên qedexekirin û wiha pê de çû: "Ciwanên kurd pir qîmetê nadin mîrateya çandî ya wekî dengbêjiyê. Lê em di civakên din de dibînin ku tiştên wiha pir girîng tune ne. A rast ez dikarim bibêjim ku em hewl didin ku gelê me bêtir qîmetê bide dengbêjiyê. Her wiha dagirker li hemberî çanda me alternatîfekê hildiberînin. Mesela qenala TRT Kurdiyê hilberadin û li wir nava çanda me vala kirin. Lê çanda me jî herî kêm bi qasî yên neteweyên din xwedî nirxên girîng e."    Îrîs bilêv kir ku divê kurd ji bo parastina nirxên xwe hewl bidin û bi taybetî bang li ciwanan kir ku tev li şevbêrka wan a Dengbêjiyê ya 9'ê mijdarê bibin.