Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt 2023-11-11 20:27:06       AMED – Di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de, Rêzan Diljen bi dosyeya xwe ya bi navê "Deftera Qetiyayî" xelat wergirt.    Merasîma Xelatdayînê ya 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî, li Odeya Avahîsazan a Amedê hat lidarxistin. Merasîm ji aliyê WeşanêN Sorê û malbata Arî ve hat lidarxistin. Wêneyên Arjen Arî li hêwana merasîmê hatin daliqandin. Gelek wêjekar û hunermend tev li merasîma xelatdayînê bûn.    Xelata îsal bi dosyeya bi navê "Deftera Qetyayî" Rêzan Diljen wergirt. Di merasîma pêşbirkê de ya ku Necla Arî, Îrfan Amîda, Lal Laleş, Yehya Omerî û Zahir Kayan juriyê bûn, Parlementerê HDP'ê yê berê Garo Paylan xelata rûmetê wergirt.    Piştî xelatdayînê hat diyarkirin ku dê hemû helbestên Arî di dawiya salê de di pirtûkekê de bên çapkirin.