Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî 2023-11-21 21:43:01   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê, di çaçroveya bernameya çand û hunerê de, stand-up a bi kurdî li dar xist.   Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya bernameya çand û hunerê de, stand-up a bi kurdî li dar xist. Stand-up li hêwana konferansê ya şaredariyê hat lidraxistin. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEFEP) a Silopiyayê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktvisîtên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes stand-up a bi kurdî temaşe kirin.    Ji şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê ku stand-up a bi kurdî pêşkêş kir, behsa bîrnaên komîk û diyalogên trajî-komîk ên bi mirovan re kir. Welatiyên stand-upê temaşe kirin, têra xwe keniyan.