NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike 2023-12-08 10:55:35   STENBOL - NÇM dê bi boneya 32’yemîn salvegera xwe bi dirûşma “Roja Azad, Hunera Azad” konserekê li dar bixe.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi bonbeya 32’yemîn salvegera damezirandina xwe bi dirûşma “Roja Azad, Hunera Azad” konserekê li dar bixe. Konser, dê di 16’ê kanûnê saet di 18.00’an de li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê bê lidarxistin.    Di konserê de li gel koroya NÇM’ê, her wiha hunermend Yalda Abbasî û Alî Dogan Gonultaş û dengbêj Kazo jî derkevin ser dikê. NÇM’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal banga tevlibûna konserê li her kesî kir. Di bangawaziya xwe de NÇM’ê wiha got: “Zext û zordarî li ser civak û hunerê tê meşandin. Li hemberî vê rewşê, sekn û hunerekî şoreşgerî pêwîst e. Bi vî ruh û di vê çarçoveyê de em ê di 32’yemîn salvegera NÇM’ê de bi dirûşma ‘Roja Azad, Hunera Azad’ konsera xwe li dar bixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin bi hev rem dengê xwe ji bo azadiyê bilind bikin.”