Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan 2024-05-12 18:21:30   AMED - Li Bismilê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li qada vekirî panel hate lidarxistin û helbest hatin xwendin. Eleqeya ji panel û helbestan re zêde bû.    Aktîvîteyên di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarên bakurê Kurdistanê destpêkirine didomin. Li Parka Vedat Aydin a li navçeya Bismil a Amedê bi tevlibûna Rênas Jiyan panelek hate lidarxistin. Moderatoriya panelê endama Lijneya Rêveber a Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç kir. Li qada ku panel lê hate lidarxistin pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be, Zimanê Me Nasnameya Me Ye” hate daliqandin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeyê, Hevşaredarên Bismilê û endamên meclisa şaredariyê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    Dîlan Guvenç a di panelê de ewilî axivî, qala girîngiya dîrokî ya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir û bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser kurdî. Guvenç wiha got: “Li dijî van hemû zextan têkoşîneke mezin dibe jî heye. Di vê oxirê de bedelên mezin jî tên dayîn.”    ‘DIVÊ BIKARIN DI NAVA WÊJEYÊ DE CIH BIDIN ÇANDA XWE’    Nivîskar Rênas Jiyan ê pişt re axivî jî wiha got: “Zimanê me zimanekî gelek pêşketî ye. Aliyê wî yê felsefî, hunerî û zanistî heye.” Jiyan destnîşan kir ku şûna nivîskar li ser şopa surealîzma Ewropayê biçin divê di nava wêjeyê de cih bidin çanda xwe ya kurd û wiha domand: “Divê em ji kevneşopî, kesayet û hesasiyeta civaka xwe dûr nekevin.”   Piştî axaftinan Rênas Jiyan helbest xwendin û helbest diyarî dayikan kirin.     Dû re Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû plaket dan Rênas Jiyan. Ferheng û pirtûkên kurdî û pirtûkên Rênas Jiyan ên îmzekirî diyarî beşdarvanên panelê hatin kirin.