Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê 2024-05-15 09:57:20   WAN - Li Wanê nûnerên rêxistinên sivîl ên çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî didomînin, destnîşan kirin ku divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.    Li Kurdistanê ji sala 2006’an ve her 15’ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Aktîvîteyên ku bi boneya Cejna Ziman îsal bi deklarasyoneke hate aşkerekirin starta wan di 9’ê gulanê de hate dayîn didomin. Bi boneya Cejna ziman dê li gelek bajaran aktîvîteyên weke panel, meş, daxuyanî û şahiyê bên lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku li Wanê pêşengtiya aktîvîteyan dikin dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.    BABAT: DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ   Sekreterê Rêxistinkirinê ye Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Wanê Lokman Babat wiha got: “Nebûyîna zimanekî ya zimanê perwerdehiyê binpêkirina mafên mirovan e. Ji perwerde dîtina mirovekî ya bi zimanê dayîkê xwezayîtir tiştek nîne. Tevî ku em di sedsala 21’emîn de ne jî hêj kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin. Ev yek kêmasiyek û şermeke mezin a dewletê ye.”   Babat, bi lêv kir ku polîtîkayên înkar û bişaftinê yên li dijî kurdan didomin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd di vê pêvajoyê de têkoşîna hebûn û nebûnê dan û xwe dan qebûlkirin. Niha jî ji bo zimanê xwe yê dayikê têkoşînê didin. Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo ziman bi awayekî fermî bigihe statuyekê em têdikoşin. 15’ê Gulanê ne tenê pîrozbahiyeke, di heman demê de ji bo têkoşîna ziman asteke girîng e. Divê gelê kurd zimanê xwe bibe zimanê jiyana rojane. Li ku be bila bibe divê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, bi zimanê xwe yê dayikê binivîse û bi zimanê xwe yê dayikê bihizire.”   KUTEVÎ: DADGEHÊ PÊŞNIYARA ME QEBÛL NEKIR   Berdevkê Komîsyona Ziman a Baroya Wanê Kadîr Kutevî, bal kişand ser pirsgirêkên ji ber nebûna xizmetên ji bilî tirkî yên li dadgehan. Kutevî, îşaret kir ku parastinên kurdî bi rêya tercumanan tên kirin û got: “Parastinên kesên bi kurdî parastinê dikin, bi temamî wernagerînin tirkî. Ji bilî vê dadgeh ji bo kesekî ku bi zimanê dayikê parastinê bike heqê tercumantiyê dixwaze. Lê ji bo ereb, fars an jî efxanekê mûçe nayê wergirtin. Ev cotstandartî û bêhiqûqî ye. Armanca bingehîn a li vir ew e ku kurdan ji parastina bi zimanê dayikê dûr bixin û bişaftinê kûrtir bikin. Dadgeh ji bo tercumaniyê jî zehmetiyên cuda derdixînin. Lê parastina bi zimanê dayikê heqeke.”   Kutevî, da zanîn ku weke Baroya Wanê xwestin ji bo tercumaniyê perwerdê bidin û ev rewş ji dadgehê re ragihandine û wiha domand: “Tevî ku dadgehê ev qebûl nekir, kesên ku hatin qursa me vekirî jî astengkirin. Qursên me da bi temamî bêpere bin. Neqebûlkirina vê ya dadgehê parçeyekî bişaftina li dijî kurdan sedsalan e didome ye. Ji bo ku tercuman parastinê baş wergerînin û baş bi lêv bikin em ê vê daxwaza xwe dîsa pêşkeşî dadgehê bikin.”   ÇOLAKOGLÛ: TENDURISTIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAF E   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglû destnîşan kir ku bêyî ku ziman, nasname û ol ferq bike xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê maf e. Çolakoglû, bal kişand ku ji ber nexweşiyên xwe nikarin bi zimanê dayikê bibêjin zehmetiyê dikişinin û got: “Ji bo ku pirsgirêka mafê tenduristiyê ya zimanê dayikê were çareserkirin bi gelek caran serlêdan kirin û daxuyanî dan. Di vî warî de xebatên me jî çêbûn. Lê heta niha me tu encam negirtin. Lê ji bo pêkanîna vê dê têkoşîna me bidome.”   ÇAPA: DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ   Sekreterê Rêxistinkirin û Perwerdehiyê yê Şaxa SES’a Wanê Umît Çapa jî anî ziman ku ji bo şêniyên bajêr zimanekî cudatir nizanin li gelek cihan nikarin xwe îfade bikin û got: “Dema welatiyekî ku tirkî nizane diçe nexweşxaneyê, neçar dimîne ku kesekî tirkî dizane bi xwe re bibe. Ev rewş bi rastî jî cihê şermê ye. Bi salan e weke sendîka em têkoşîna vê didin û em vê têkoşînê didomînin. Em dixwazin demildest kurdî bibe zimanê fermî.”