Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike 2024-09-13 13:34:57 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di meha îlonê de pêşandanên sînema û şanoyê, dengbêjiyê û konseran bêpere li dar bixe.   Çalakiyên meha îlonê yên ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tên organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dest pê dikin. Dema destpêkirina hemû pêşandanên sînema û şanoyê yên bêpere, Dîwana Dengbêjan û konserê wê saet di 19.30’ê de be.   FÎLMÊN DÊ BÊN PÊŞANDAN   Çalakî dê di 14’ê îlonê de bi fîlmê “Di Navberê de” ku derhêneriya wê Alî Kemal Çinar dike, dest pê bike. Fîlma “Dayika Elîf" ya bi derhêneriya Kazim Oz û Semîr Aslanyurek ku xelat wergirtiye û pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê ya van demên dawî vedibêje, li ser esasê “Dayika Elîf” ku karaktereke mucîzeyî ya ku pêşerojê ava bûye, di 15’ê îlonê de derdikeve pêşberî temaşevanan.   ŞANOYA BAJÊR A ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN PERDEYÊN XWE VEDIKE    Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 20'ê îlonê de bi adaptasyona kurdî ya romana navdar a Cervantes Don Kixot perdeyên xwe vedike. Kesên ku bêriya lîstikê kirin dê di 27-28’ê îlonê de şensê temaşekirina lîstikê bibînin.    Fîlma “Biryareke Zor” ku ji aliyê Ender Ozkahraman ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê dike, çîroka jineke ciwan a ku li Colemêrgê di atolyeya xalîçeyan de dixebite vedibêje û di xewna xwe de dibîne ku bi pereyê wê emeliyata pozê xwe bike. Fîlmê ku Şukran Aktî û Feyyaz Duman dileyîzin dê di 21’ê îlonê de derkeve pêşberî temaşevanan. Fîlma Pîrebok a ku Lutfî Îrdem li gel Nûrûllah Kaya nivîsandiye û derhênerê wê jî Îrdem e, di 22’yê îlonê de tê nîşandan.    DÎWANA DENGBÊJAN   Di nava çalakiyan de dîwana dengbêjan jî heye ku dê dengbêjên navdar beşdar bibin. Dîwana Dengbêjan dê di 24’ê îlonê de li Parkormana Peyasê bê danîn.    Fîlma “Bîranînên li Ser Kevirê” ku derhêneriya wê Şevkat Emîn Korkî dike û Huseyîn Hesen û Nazmî Kirik dileyîzin, dê di 28’ê îlonê de bê nîşandan.   GÊNCO   Fîlma Gênco ya bi nivîs, derhêner û bi lîstikvaniya Alî Kemal Çinar ku di 28’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de xelata fîlma herî baş girt jî di nava çalakiyan de cih digire. Fîlm dê di 29’ê îlonê de li navenda kongreyê bê nîşandan.   DI FÎNALÊ DE DÊ KONSER BÊ LIDARXISTIN    Çalakiyên îlonê dê bi konserekê bi dawî bibin. Di konsera ku dê di 29’ê îlonê de li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bê lidarxistin de Kardeş Turkuler û Koma Hevra dê derkevin ser dikê.