Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’ 2024-09-13 23:37:35   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li qada kentê konser pêk anî.   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li qada kend bi navê ‘çîrokên muzîkal’ konser pêk anîn. Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER),Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAYDER), tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, hevşaredarên Wanê, parlametnerên Wanê Mahmut Dîndar, Meclîsa Ciwanan a DEM Partî û gelek kes tevli bûn.   Di bernameyê de Ayhan Erkmen çîrok vegotin û Hediye Kalkan û Kerîme Jîrkî jî stran gotin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê bernameyê da.