Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû 2017-10-17 12:11:16 MÊRSÎN – Li Mêrsînê komên şanoyê yên herêmî bi Şaredariya Yenîşehîrê li ser buhayê salonan li hev kirin. Buhayê salonan ji sedî 75 hat kêmkirin.  Li Mêrsînê ji ber buhabûna kirêkirina salonan komên şanoyên herêmî nikaribûn pêşandana lîstikên xwe bikin. Li ser vê yekê Serokê Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê Salîh Yildirim û Derhênerê Favrîka Şanoya Giştî yê Hunerî Volkan Gunerî bi gelek şaredariyên li Mêrsînê re hevdîtin pêk anîn û hevdîtinên wan bi encam bûn. Li ser hevdîtinê salonên şaredariyan ji komên şanoyan re ji sedî 75 fiyeta wan hat erzankirin.    Yildirim destnîşan kir ku li Mêrsînê kirêkirina salonan pirsgirêkek herî mezin bû û got: “Piştî qeyûm tayînî şaredariya Yenîşehîrê hat kirin, salon li herkesî hat girtin. Girtina vê salonê jî biryara qeyûm bû. Di serdema Hevşaredariya Fazil Turk de pere bi awayekî formalîte ji me dihat sitendin. Biryara Şaredariya Yenîşehîrê biryarek erênî ye û ji bo hemû şaredariyan biryarek emsal e.”