Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin 2017-10-17 12:12:31   ÊLIH - Hewldana Jiyankirina Heskîfê û Heskîf Mattesê, aşkera kir ku rûxandina li herêmê bi şev û roj bê navber dewam dike û ev tişt hat gotin: "Di xebatên ku tên kirin de ne tabelayeke kar a barkirinê û ne jî der barê barkirinê de tiştek hatiye diyarkirin. Tu kes nizane bi awayekî şênber çi tê kirin."   Hewldana Jiyankirina Heskîfê û Heskîf Mattesê, bal kişand ser rûxandinên li navçeya dîrokî ya Heskîfa Êlihê û destnîşan kir ku li gorî lêkolînên ku li cihê wê hatine kirin, di çarçoveya "Îkmalên ku Hatine Bihêzkirin û Lêkolînên di Warê Jeolojîk-Jeoteknîk ên der barê Bajarê Antîkî yê Heskîfê" dawiya hefteyê û her şevê xebatên li herêmê dewam dikin û ev hatine tespîtkirin.   Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku lez dane xebatan û ev di daxuyaniyên rayedaran de jî tê dîtin û wiha hat gotin: "Di xebatên ku tên kirin de ne di tabelayên barkirinê û ne jî yên din de der barê xebatên fîrmayan de tiştek nehatiye diyarkirin. Fîrmayên kar dikin navên wan tên veşartin, ev jî zelaliya projeyê ji holê radike. Li gorî lêkolînên ku der barê tabelayên fîrmayan de hatine kirin, di projeya "Îkmalên ku Hatine Bihêzkirin û Lêkolînên di Warê Jeolojîk-Jeoteknîk ên der barê Bajarê Antîkî yê Heskîfê" de fîrmaya 'ICC GRUP' heye. Fîrmaya ku zinaran dirûxîne jî 'barkeriya jêrîn' Ruzgar Endustriyel Dagcilik e.   KES NIZANE ÇI TÊ KIRIN   Piştî Ras Tibbah, Derpxane û Keleh hatin rûxandin û bi betonê hatin tijekirin, di gelek nûçeyên çapemeniyê û malpera webê ya DÎS'ê de ev hatin weşandin. Lê der barê wan de planek ji raya giştî re nehat parvekirin. Kes nizane bi awayekî şênber çi tê kirin. Bi rûxandin û tijekirina zinaran re dîroka Heskîfê tê tunekirin.   Negirtina nêrînên gel, dijî qanûnên T.C'yê ne: Li gorî qanûnên neteweyî divê bermahiyên çandê bên parastin. Ruxmê vê jî Keleha Heskîfê di bin navê Projeya Bihêzkirinê de bi awayekî ne zelalî xebatên wê tên dewamkirin.    Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, wekî minak Qanûna bi hejmara 3534 (Bi hejmara 20229 a Rojnameya Fermî, di 13'ê Nîsana 1989'an de hatiye erêkirin), divê gel bi rêk û pêk bê agahdarkirin û pêşniyarên wan bên giritn. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku fikarên wan gelekî zêde dibin û ev pêkanîn li dijî mafên çandê ne.