‘Rewşa Awarte wek silindir bi ser hunerê re derbas bû’ 2018-07-23 09:05:14   ANTALYA – Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê Mûtlû Şahîn bal kişand ser tundiyên Rewşa Awarte yên li ser hûnerê û got: “Nivîskar weşanxane, sînemager salon, listîkvan jî rêzefîlm û film nabînin. Çêker ditirsin. Tecrîdeke mezin heye. Hunermendê muxalîf bi birçîbûnê tên terbiyekirin.”   Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê Mûtlû Şahîn têkildarî pirsgirêkên ku dema Rewşa Awarte pê re rû bi rû mane û rewşa hûnerê ya niha axivî. Şahîn diyar kir ku armanca avakirina komeleya wan ew e balê bikişînin ser filmên li dijî şer û şovenîzmê aştiyê kirine mijara xwe, kişandina filmên aştiyê tewîq bikin û piştgiriya teknîkî bidin kesên ku filmên aştiyê dikişînin.    JI MUXALÎFAN RE HUNER TUNE YE   Şahîn destnîşan kir ku Rewşa Awarte wek silindir bi ser hunerê re derbas bûye û wiha got: “Zilmeke ku qat bi qat ji ya 12’ê îlonê derbas kiriye, li ser gel û hunermendan hatiye ferzkirin. Nivîskar weşanxane, sînemager salon, listîkvan jî rêzefîlm û film nabînin. Çêker ditirsin. Tecrîdeke mezin heye. Hunermendê muxalîf bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Tê xwestin xebatên hunerê tenê bi ser hunermendên şelaq ên derdora desthilatê re bên kirin. Ji niha şûn ve li vî welatî gotinên kesekî tenê derbasdar in.”   HUNER HAT TUNEKIRIN   Şahîn da zanîn ku hûnerê bi Rewşa Awarte xweseriya xwe winda kiriye û ev tişt anî ziman: “Desthilat bi ferzkirinê hunera xwe afirandi ye. Desthilatê azadiyê û hunera serbixwe ji holê rakiriye û ji ber vê yekê ji aliyê huner û hunermend ve afirandin çênabe. Sansurkirina hûnerê di dema Rewşa Awarte de derketiye asta herî jor.”   SANSUREKE MICID HEYE   Şahîn derberî ku zextên li ser hunera ku der barê kurdan û derdorên ku ji aliyê dewletê ve ji her tiştî hatine mehrûmkirin, her ku diçin zêdetir dibin û wiha pêde çû: “Bi awayekî vekirî nabêjin tu filan karî nakî lê rêyên cuda te asteng dikin. Ji bo hunera kurdî nabêjên ‘kurdî qedexe ye’ lê bi awayekî micid asteng dikin û naxwazin di warê kurdî hûner bê afirandin. Salonên ku şanoya kurdî li wan dihat leyîstin, hatin girtin. Niha şanoya kurdî nayê kirin. Di warê kişandina filman de pirsgirêk heye. Bandrolan nadin. Mihrîcan jî para xwe ji rewşê digirin û sansureke micid heye.”   ‘DÊ HUNER HER HEBE’   Şahîn got wekî hunerê li ser Tirkiyeyê jî tirseke mezin dane avakirin û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Ji bo ku huner û hunermend vê tirsê bişikînin divê hilberînê bikin. Tirs, tecrîd, zext û tenbûn tenê dikarin bi hilberina huner û hunermend bê şijandin. Tiştekî ku desthilat ji bîr dike ye; huner dê her tim hilberîne û hilberîna xwe bidomîne. Çi zext dibin bila bibin, qet ferq nake, huner her meşa xwe didomîne û dê ji niha şûn ve jî bidomîne.  Zextan tenê hinek hunerê sekan kiriye. Lê teqez dê huner wek gulekî vebibe.”    MA / Hamdullah Kesen