Xelatên mihrîcana fîlmên Edeneyê hatin dayîn 2018-09-29 09:46:28   EDENE – Xelatên Mihrîcana 25’emîn a Fîlmên Navnetewî ya Edeneyê dan xwediyên wan.    Xelatên Mihrîcana 25’emîn a Fîlmên Navnetewî ya Edeneyê yên Kurtefîlman, Fîlmên Xwendekarên Netewî û Kurtefîlmên Edeneyê hatin dayîn. Merasîma xelatdayînê li Galeriya Hunerê ya Sala 75’emîn hat lidarxistin. Merasîmê bi danasîna kurtedîroka mihrîcanê dest pê kir. Piştî axaftinên hatin kirin xelatên yên di mihrîcanê de bi ser ketin hatin dayîn.    Ji 110 welatan 3 hezar û 111 kesan serî li mihrîcanê da. 45 fîlmên sereke derketin pêşberî jûrî û bi ser ketin.