Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome 2018-10-20 10:38:06   WAN – 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome û di çarçoveya mihrîcanê de lîstikên “Bêrû” û “Kozik” hatin pêşandan.    1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Wanê ku ji aliyê Şanoya Mencel ve bi dirûşma “Lîstikek, xeyalek û azadî” tê lidarxistin didome. Di çarçoveya mihrîcanê de lîstikvanên Şanoya Mencel duh êvarê cara duyemîn derketin ser dike û lîstika “Kozik” da pêşandan.    Pişt re lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê “Bêrû” jî êvarê derket ser dike û temaşevanan kêfxweş kir.    ÎRO DU LÎSTIK HENE    Di çarçoveya mihrîcanê de dê îro saet di 15.00’an lîstika “Bêrû” û saet di 19.00’an de jî lîstika “Şatonun Altinda” ya Lêkolînên Şanoya Fîzîksel derkevin pêşberî şanohezan.